da’îrey kewn û mekan cêy serî pergarî teye

koçbar
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  773 Dîtin
da’îrey kewn û mekan cêy serî pergarî teye
zînetî erz û sema sen’et û asarî teye
cîn û însan û melek cumle nebatat û cemad
ka’înat herçî heye pirdemî ezkarî teye
’aşiqî řojî ezeł gebir û musłiman û yehûd
wa le derga be temay xîl’et û dîdarî teye
mescîd û dêř û kilîsa cêy ’aşiqye
çî heye neqiş û nîgar û der û dîwarî teye
’aqił û şêt û nezan bulbulî baẍatî tene
menzerey herdû cîhan gułşen û gołzarî teye
agirî qehrî teye dozexe bo ehlî cedel
qesrî fîrdewse seray meḧremî esrarî teye
tacî keyxusrew û camî cem û baẍatî îrem
nayete ber diłî ’aşiq hemû eẍyarî teye
were bo menzîlî řendan çi xetayêkî heye
taq û heywanî ḧerem xaney ẍembarî teye
herkese wa le cîhan bey’ û şîrayêkî deka
kê dezanê be ḧeqîqet hemû bazařî teye
şahî perdey ’ezemet carî be çawêkî kerem
seyrî dû dîdeyî ’aşiq bike řûbarî teye
muxlîsaNasnava edebî xoş bike řêgey seferit bo demî xoy
çunkî ew řêgeye řêgey tew û koçbarî teye