dił ke cêy ’eksî gułî řûte ke xakî kete ban

mêrgî gułan
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  824 Dîtin
dił ke cêy ’eksî gułî řûte ke xakî kete ban
seyrî qebirim le behar çon debte mêrgî gułan
qet le beynî dûřuwan nabê ke dûřûyî bikey
şarî dûřûyî nedîtrawe ke toy bête řuwan
seyrî ew çerxeye nakey ke çi teb’êkî heye
dewłetî dawe be ker, nî’metî dawe be segan
çîye sûçî min û bulbul, çîye ew kare dekey
weswese û îfkî řeqîb û řeşebay fesłî xezan
muxlîsaNasnava edebî nageye meqsûd, le weten neçye derê
negeye medîney yar û qederê nebîye şwan