ma’îl be xewm herdem, carê ke be xidmet gem

medîne
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  1165 Dîtin
ma’îl be xewm herdem, carê ke be xidmet gem
lew bextebede çibkem, nayêłê binûm yek dem
sermestî cemałî tom, meftûnî xeyałî tom
muştaqî wîsalî tom, ey sewî şehî gułdem
ten xakî berî pête, dił mûre leser řête
în’am û kerem cête, lutfê ke nekey çibkem
dił xeste û naşadim, wek xermenî berbadim
carî bige feryadim, ey fexrî benî adem
ger badî sebarî xoşřew, bonê le medîney ew
bênê ke le bom ewşew, ser bê ke biłê eydem
min ’ebid û ẍułamî tom, lew qapîye qet nařom
kam quř bikeme ser xom, dest ke le to berdem
muxlîsNasnava edebî be ziman yarî, emma le diłan marî
lutfêkî bike barî, ta herdû mwafîq kem