dił ke wek mecnûne ewřo arezûy leyla deka

mistefa
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  1069 Dîtin
dił ke wek mecnûne ewřo arezûy leyla deka
her wekû weḧşî desûřê ḧez le cêy seḧra deka
mey eger awî ḧeyat e ger xizir bê saqî min
boçî lew feyze beder bim min nebim kê wadeka
min le řeẍmî xesmekey xom her dełêm ya mistefa
her bełayê dê bexêr bê çî dekat her xwa deka
to ḧîcazî û min ’êraqî lêktirî dûrîn be cê
dił le dergay baregay to řoj û şew awa deka
çunke sibḧan alzî asrîErebî le bo fezlî tuwe
taze muxlîsNasnava edebî dêt û keşfî ḧîkmetî îsra deka
-