ber le peydabûnî ’alem ’aşiqî xoy bû xuda

řojî řeş
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  885 Dîtin
ber le peydabûnî ’alem ’aşiqî xoy bû xuda
coşî ’îşqî xoy le xoy wîst xoy be xoy pêşan bida
çawî xoy gêřa çi awêney be ber çawî nekewt
xoy heta têyda bibînê û têr temaşay xoy bika
řûy le îqlîmî ’edem kird kirdye îqlîmî wicûd
bûnî derxist be neqiş û hendesey erz û sema
xozî çawêkit debû detdît çi nazêkî dekird
ḧusnî xoy wek dît le nînokî wicûdî masîwa
her kesê lew řojeda ’îşqêkî peyda kirdibê
çon detanî lêre ewřo terkî ew ’îşqe bika
saqya camêkî bîne be xisûsî le seḧer
tabtanim eserî mestî bigeynim be sema
dûre lew řoje řeşe kesbî feza’îl bikirê
xîne deřwa le zemîn û sere deřwa le ḧewa
to bebê ẍem ke nebî her ẍemî yaran bike ẍem
bełku deryay keremî dê feyezanîkî deka