řoj û şew binware asarî xuda

Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  815 Dîtin
řoj û şew binware asarî xuda
çone neqşî nûkî pergarî xuda
hendesey kewnî beterzê girtuwe
cumle řengîn hatuwe karî xuda
seyrî bulbul ke ke bonî guł deka
çon deka îzharî esrarî xuda
ẍerqî nêw beḧrî hewa her tînuwe
ta dega çawî be dîdarî xuda
muxlîsa xot nageye koy dulberit
dest bigeyne damenî yarî xuda