ta le řêgay ’aşiqî‌da ser danenêy ser nakewî

girjînewe
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  940 Dîtin
ta le řêgay ’aşiqî‌da ser danenêy ser nakewî
dest û birdî ger nekey řît axrî bernakewî
gewherî ’îşq û tebî’et perwerî řêk nakewn
guł le cêgay şořekat qet nařwê û her nakewî
herçî ewřo mestî badey çawî diłdarî nebî
qet sibey lêwî be badey awî kewser nakewî
ta henasem pê nega ta nepşikiwê lêwî nîgar
ẍunçe ta bay lê neda girjînewî dernakewî
muxlîsaNasnava edebî ta germe bazařî meta’î ’aşiqan
firsete ewřo û sibey bełku weha her nakewî