mey eger awî ḧeyat û saqî xidrî zînde bî

xidrî zînde
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  1045 Dîtin
mey eger awî ḧeyat û saqî xidrî zînde bî
çon ’eqił biřwa deka dił arezûy tewbey hebî
ber le xełwet zahîda seyrêkî meyxane bike
guł le baẍa nařwê ta xakekey têr aw nebî
bo xerîk nabî be řaw ey taze lawî kec kulah
to ke bazêkî weha sûk û le řaw xoşt hebî
goł çinîn lew baẍe lam waye be tû qet nakirê
herçî guł çîn bê debî tirsî le xar û mar nebî
lew şwêney ke geda cah û celal werdegirin
ger diła to le gedayî yekemîn bî çi debî
ger eto talîbî yarî le ser û mał were der
yar eger bû be seyar, par ke nebû, ba çi nebî
muxlîsaNasnava edebî to le wîsal û le fîraq wek dedwêy
her be adab bidwê, sûdî nîye bê edebî