ew kesaney merdî meydanî xudan

ziman û zeman
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 1 Xulek  1057 Dîtin
ew kesaney merdî meydanî xudan
bê supa û bê text û bê tac padşan
aşnay ehlî hewes nîne be dił
her wekû ehlî suma her le seman
sîne pakin le heway ehlî hewa
gerçî xakîne be dił ’erşî xudan
limErebî û kîfErebî legeł mewla deřon
milkeçî emirin û řazî be qezan
ta biłîy berzin û ’alî hîmmetin
bo hemû kes hełgirî barî bełan
sûdî bûnyan be bedanîş debřê
bûnî guł soşîye bo diřkî gułan
êwe barî her legeł wan bigirin
ta biłêy wa be ḧiqûqu be wefan
her kesêkî ew kesaney xoş bwê
dûr debêtin ser û małî le zyan
basî ’îşq û dulberan ewřo meken
ba nekewne ber demî bê edeban
herçî ewřo ḧeq biłê deřwa serî
muxlîsaNasnava edebî bigre zimanit le ziman