ew kesaney merdî meydanî xudan

ziman û zeman
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  1065 views
ew kesaney merdî meydanî xudan
bê supa û bê text û bê tac padşan
aşnay ehlî hewes nîne be dił
her wekû ehlî suma her le seman
sîne pakin le heway ehlî hewa
gerçî xakîne be dił ’erşî xudan
limArabic û kîfArabic legeł mewla deřon
milkeçî emirin û řazî be qezan
ta biłîy berzin û ’alî hîmmetin
bo hemû kes hełgirî barî bełan
sûdî bûnyan be bedanîş debřê
bûnî guł soşîye bo diřkî gułan
êwe barî her legeł wan bigirin
ta biłêy wa be ḧiqûqu be wefan
her kesêkî ew kesaney xoş bwê
dûr debêtin ser û małî le zyan
basî ’îşq û dulberan ewřo meken
ba nekewne ber demî bê edeban
herçî ewřo ḧeq biłê deřwa serî
muxlîsaPen name bigre zimanit le ziman