ḧemdî bê ḧed bo xudayî saḧêbî fezil û kerem
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
7 Xulek
1269 Dîtin
ḧemdî bê ḧed bo xudayî saḧêbî fezil û kerem
wî le nûrî safî xoy xułqand şehî ’alî ’elem
ummetî kird paşî cumley ommetan xîr al’emimErebî
řojê hênanye wicûd az milk ma kan û ’idimFarsî
dił le daxî diłberan buwe mecme’î derd û elem
agirî her ḧewt dozex, az yimîn û az şimalFarsî
têm geřa sûta be ḧubbit can û qelbim buwe zuxał
zaq wiqit al’imir minîFarsî tał bû lêm ’eyş û mecał
çunke dinya û dînim her dû min be yek řeng kird xeyał
bûme cêy ẍeybet lekin hînd û ’ereb, řom û ’ecem
min le destî hîcrî canan lîtnî kinit tirabFarsî
yar hezarî wek minî kird xwên ciger dił çun kebab
piř lehîbî agir û piř soz û tabiş, hem be tab
herçî der dinya û dinyaş ger hî min bê bê ḧîsab
řûsyahim ger bo bosey jêrî pay to piř nedem
ta le dinyada bibim bendem le ew xakî derit
muntezîr bo řu’yetî řuxsarî mahî enwerit
řojî qurban mîslî qoç xo bikem be qurbanî serit
daxo lêm zîz nabî ger dest dem le bałay ’eř’eřit
ta bibim pêy şad wekû meẍrûq necatim bê le yem
ta be ser çû [’umrî zorî bê xeber der cah û naz]
kê necatî bû le dest ew cadûkarî ḧîlesaz?
boçî hênde çaw degêřim min le dûy ’îşqî mecaz
dewłetî qayîm, îmanî kamîl û ’umrî diraz
dû turuncim bê le sîney diłberî zîb û senem
çak le ’umrî mehřuwan bûm ’eqił û ’umir řenc bebad
himçu yarim nucwan ayn madir gîtî nizadFarsî
canî min wełłah û bîlla nîm le řêy ’îşqî ’înad
řûsya û bednaw lekin ehlî eḧîbba û wedad
bê xeta û sûç û gunah her demkujê qalwa ni’imFarsî
daxo nakat qet çi fikirêkî biłê qetłe û webał
yarî dił mayîl be şeř, fîrqet, cudayî û înfîsał
min şehîdî tom bebê tekfîn û defin û îftîsał
bêt û řojê ser le ’îşqî to bibê xałî û betał
řojî meḧşer key debê ḧazir lekin danay ḧekem
’aşiqe ew kes le nîk û bed neka fikirî ceza
zor binałê, zor bikêşê meynet û derd û beła
řuḧ û canî serfî řêy yar ka be teslîm û řeza
xoy bika qurban lebo yar wek ’ilî almirtizîFarsî
nek diłî yar bi’d az an çirkînFarsî bê çun zenbî ẍenem
diłberim bo derdî bê derman tebîbî ḧazîqe
nîk û bed herçî hebê bo medḧî guya û natîqe
çawî mexlûqat bo dîn û řu’yetî nalayîqe
ya sizawarî nîye dewłet be dalî xalîqe
ger to nebway boç ’ezazîl fêr debû îsmî ’ezem
eḧirq qilbî binar al’işq wisil la yisîbFarsî
ma likun ay anîs lîs lilcirḧî tibîbFarsî
lît emî lim yildinîFarsî nek lebo te’ney řeqîb
sedhezar sał ger bikem feryad lekin yar û ḧebîb
sewtî min naçê le sem’ û uznî utruş û esem
ax lebo yarêkî canî saḧêbî şerit û wefa
kameran der ’eyş û şadî bê, leser zewq û sefa
nek hemîşe tabî’î ceng û cedel, cewr û cefa
herçî ḧeq pêy da be ’aqîbet geyşte qid ’ifaFarsî
mujde bê ḧałî wî, az şiş cihitFarsî bo hat řeqem
ta le dinyaye bimênê talîbî řêgey necat
şadmanî ’eyş û ’uşret, dił leser zewq û nîşat
lêt be dûr bê afetî dewranî dûn ta řûy memat
ḧeyf lebo to, nî leser ḧałêkî hîç wext û se’at
řûyî to mehtabî enwar bexiş fîy leyl zulemFarsî
min le ew ’aşiqanî pêşîney zeman pirsîm xeber
kut lewê řojê ke xułqan erz û asman, beḧir û ber
muddeyî deycur şewêk bû hate řûy wecd û nezer
çunke min dayîm le kin deycûre leylî řox qemer
carêk hełbigre nîqabî to le mahî çardehem
ax le destî nefsî şûm û řêwî mekkar û deẍeł
’umir kota, ’eqił naqîs, dił leser tûlî emel
der teẍaful boç guzeşt, ’umirim le řêy sû’î ’emel
řenge xelq lêm bigrê ’îbret bimkene zerbulmesel
mujde bê bo ḧałî wî azFarsî şeş cîhet boy hat řeqem
xozîya şeşsedhezar ef’î dem û dum piř le jar
sedhezar ’eqreb be ’ezmî ledẍetî qelbî hejar
yek keřet cunbiş biken, pakî be xeşim û kîn û qar
dił bigeztin, bes nebû xelas debû lew tab û nar
nek hemîşe dił demawend, ser be hewrî tar û tem
ger ḧeqîqet ḧeq bida yarêkî diłdarim dewê
wîş wekû min suxtecan, dił kûreyî narim dewê
dayîme piř xof û deheşt, dił bo cebbarim dewê
zahîrî naqûs perist û ehlî zunnarim dewê
batînî ’alim be tiḧit al’erzFarsî, ta lewḧ û qełem
’aşiq er ’eqłî hebê yarî ezel degrê be dił
destî şil naka le dawên, çaw deka piř xak û gił
xoy le řêy wîda deka bêşerim û ’ar, řîswa û xecił
ca debê wasil be baẍî cennet û gułzar û guł
nek be dem yar û be dił xwar, wek gurîsî pêç û xem
ta le dinyada hebê her kes le hî ewladî nûḧ
kes nîye der ka le destî zexmî tîrit can û řûḧ
nałînim şîbhî ceres dê gêj û wêj şam û sebûḧ
ger le destit bim necat, ewcar dekem tobey nesûḧ
sadqim dir ayn sixin cana bih dîdarit qisimFarsî
’aşiqyan kut ey zelîlî zexim ten ser řûy bîsat
ta be yekcarî neçê wiştir le řêy sim alxyatFarsî
lêt mu’eyyen bê, lebot nabê guşad derkî necat
yar eger sałêk bika carêk be ’aşiq îltîfat
xak be ser min řuḧ û canim çon le dest wî derdebem?
barekełła çend letîf û turk û řend û diłberî
zêřî destewşarî, xasî xezneyî eskenderî
ney çu bałayî biłindit, terzî tûlî ’er’erî
to be min bosêk kerem ke, lew dû lêwî şekkerî
ceng meke, lêm zîz mebe, sa pat binê ser çawekem
řojê ḧeq fermûy elistFarsî ta weřûy řojî ḧîsab
kes nebû bo to nebête koy zuxał û dił kebab
sût le cennet herçî bûn lew ehlî ’uşşaq şêx û şab
erqem û ejder û îlan, ten syah mîslî ẍuřab
best sef lew sed’î leyîn û nerim û edem
diłbera beşqî xuda to boçî nawêstî le ḧeq
le nexoşanit dekey qet’î deway seddî řemeq
ehlî îḧsan û ’eta nałên be kes nî musteḧeq
ger to bêy men’im bikey, cergim bikey dû nîm û şeq
ca bizanin nef’êk deda pêt ḧesret û ah û nedem?
boseyek lew řûyî canan şîbhetî ayîne saf
mujde bê bo ’aşiqan ger bê behay qaf ta be qaf
xakî seng û ke’beyî sînet deka ’alem tewaf
to dîsan boçît dekar xist ew kemendî wek tenaf
ta bixinkênî bewan ’aşiq be sed cewr û sitem
«’eyn» ’aşiq bûm be řûy řuxsarî enwer mîslî mah
«elf» aga nîn le qelbim, sût bebê sûç û gunah
«şîn» şew û řojî beẍefłet řambiward ’umrî tebah
«qaf» qelbim mîslî cergim têy geřa dûdî syah
nemdekird seyrî cemałit newgułî baẍî îrem
eḧmedî korNasnava edebî xot ’ebes gumřa dekey, řîsway ’am
sedhezaran mîslî to hatûn û çûn lew řê û meqam
kes diłî wek to nesûta qet be sewday ’îşqî xam
carêkî hoşyar webe fikirê bike bê ’eqił û fam
naszayî şîbhî to key bûy şîfay da’ û seqem