pêẍember le cê hesta melek le pêşî westan

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 4 Xulek  770 Dîtin
pêẍember le cê hesta melek le pêşî westan
buřaq û beydaẍ lewê le kinî ḧazir bûn ’eyan
hate sefî meḧşerê be tertîb û be erkan
ayetî, «la tiqnitiwaErebî» degeł sûrey «alirḧimanErebî»
deyxiwênd be dengî biłînd deyda le dad û fuẍan
ummetim gunehkaran, ẍerq bûn le ’îsyan
xuda řojî ezelê be meyda ’ehd û peyman
ummetî min bibexşê, qet’en nebê çi nuqsan
emnîş ḧeq pêẍemberim, deyfermû ḧeyî subḧan
ey ḧebîbim miḧemmed diłit nebê perîşan
lîway eḧmedî be des bigre, biřo be asan
leser pirdî sîřatê degeł hemû ummetan
«miḧemmed» sakîn debû, diłî xoş bû le ẍeman
wepêş ummetê dekewt be diłêkî şadman
le sîřatî deçne der jin û pyaw legeł însan
beḧrêkî gewre lewê pêy dełên «hind alḧîwan»
meley deken hemû kes, hemûyan debin cewan
melayîk dên ew demî mujdey deben bo ḧoryan
ew ḧorî de nazenîn dên le tełebî mîwan
hemû defteryan heye, fiłanî kuřî fiłan
maşełła zor ’ecayîb şadin le baẍî gułan
daxłî beheşt debin dił be zîkir û lêw xendan
ew beheştî de řengîn, ew beheştî xoş û cwan
cêgey şadîy diłane, piře le ḧûr û ẍîlman
deken ḧemed û senayî xalîqî ḧeyî mennan
dayîm le keyf û xoşî û seyr û sefayî cennet
xwardinyan lê kem nabê, zore te’am û nî’met
enwa’î mîwecatyan bo dête pêş bê mînnet
bo hemûy goştî teyran dête pêşê bê muddet
deken seyr û sefaye diłyan nabînê mîḧnet
çwar cogey têda carî ḧewzî kewserî meşhûr
beḧrî «teḧtîhî al’enhar»y şîrîn «şirabaً tihur»
lakîn be mîslî padşa saḧêbî qesir û qisûr
ẍerqî en’amî keřem suḧbet deken le ḧizûr
tarîkayî nabînin çunke řûnakin le nûr
nexoşî û mirdin nabê, bedenyan saẍ wek bilûr
car care dengyan bo dê, nîdayî ḧeyî ẍefûr
esselam ya ’ebdîne mujde lengo bê û sirûr
qet hîç kes lêw nastênê ew beheştî kesk û sûr
bew mujde diłxoş debin, diłyan piř debê le nûr
beheştim de řengîne xoş biken temaşaye
bongo dekem zyafet le bin darî tobaye
text û sendełî û kursî şoqyan wekû çiraye
pakî řîz dekirê lewê, ḧorî deken semaye
hemû mexlûq ko debin deken ḧemd û senaye
çî le sîřat kewte xwar ew ummetî gunehkar
«û qina ’izab alnar» xalîq her be tom hawar
hêndêk mu’elleq deřon ta hezar sał bê ejmar
bo ’ezabî cehennem zor esîr û giriftar
wekû goştî qessabî le qullab dedrê ewcar
goştî nermî cendekî pak dexwa dûpişk û mar
êskî řeqî demênê kar û pîşey ah û zar
mirdinî zor pê xoşe emma namrê naçar
be ziban têy dexuřê, nirkey wek hewrî behar
goştî e’zay wî dîsan dirust dekirê be pergar
ewcar dełê tobeme ew ’ebdî bedbextî şûm
henawim pak sûtawe, zû awê bêne lebûm
xêra awî bo dênin ew le zerîḧ û zeqûm
wek deyxiwa pak desûtê nêwizg û cerg û ḧelqûm
----------Teksta ne aşkira
beḧsî ’ezabî zore nayete beḧis û beyan
umêdin her xudaye, hem řeḧîm û hem řeḧman
«eḧmedî korNasnava edebî»y feqîr zor ’acze û natewan
----------Teksta ne aşkira
pena û řeḧmetin etoy ya ḧennan û ya mennan