xoş be ḧałî ’aşiqanit, dił leser zewq û ku’ûs

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 10 Xulek  1214 Dîtin
xoş be ḧałî ’aşiqanit, dił leser zewq û ku’ûs
pak nebû hetik û melamet, qet netirsay mîn ḧudusErebî
dest hełgir bê lebo lat û hubel, ’uzza û yeẍûs
esłî ’îşq wa debê, nek dił be ḧîle û çaplûs
her demey bo yek xeber her leḧze bo yek dest bûs
ser be qurbanî kesê bê ta le dinya zînde bê
yarêkî girtî be can ta merg, be dił boy bende bê
nek hemû řojê lenwê bo diłberê lebxende bê
ten yek û dił sedhezar fikir û xeyał pergende bê
her kesêkî dît be çawim nîm meqamat hem cilûs
bimrê ’aşiq çake, nek, dirFarsî řahî ’îşqî natewaw
peřřekah û daneyî xeşxaşî dinyay bête çaw
řoj û şew bo diłberî xoy zig bisûtê dił be taw
’eqił wa kem, ’îşq wa tîj, mexlûqatîş wa be daw
ya xuda bew ’aşiqan dey sebrî eyyûbî umûs
to le dinya netdî wa ’îşq çî legeł mecnûn kird
yêkî wek sen’anî çon řîswa le dinyay dûn kird
yêkî wek ferhadî hawřêy kêwekey bêstûn kird
wamîqî xwênxorî hawřêy kêw û hem hamûn kird
mîş wekû wan zehirnoşim, xakî pêy canane bûs
her lewê řojê ke min xułqam leser řûyî zemîn
derbeder, sergeşte bûm der rahî canan dił ẍemîn
şîbhî qeqnes dił be coş û zarî û dîde nemîn
qet nebûm tûşî tebîbêk mîslî luqmanî emîn
bê bika dermanî derdî bê deway min balxisusErebî
mexlûqatî ez debînim ’aşiqan az bîş û kimFarsî
her kesê boxoy be řengê day le xofî ’îşq dem
çî ḧeqîqî, çî mecazî nîş û noş û zehir û sem
min le pêşînan weham bîst qelbî ’aşiq piř le ẍem
qet emin nabim řeḧet bê řûyî yarim az cilusFarsî
yek nîşaney ’aşiqî waye debê dêwane bê
bo cemałî yarî xoy az maswaFarsî bêgane bê
zahîr û batîn te’liluq bestî hîç eşya nebê
’aşiqî şu’ley çira, ten suxte wek perwane bê
bełke layq bê be canan, xakî pay û ne’il bûs
yek nîşaney me’şûqî waye debê yekřeng bê
her wekû to boy desûtêy, wîş lebot em řeng bê
ba ẍem û derdit şerîk, ba şadît hawdeng bê
weqtî ’eyşit şad bibê, weqtî ẍemit diłteng bê
layqî me’şûq û ’aşiq bin heta yum ali’busErebî
yek le nîşanî de derwêş ewheye qanî’ bibê
gwê be qewlî kes neka û bo qewlî xoy samî’ bibê
ew le şeřiř û şor berî û azFarsî fîtnetan manî’ bibê
talîbî řûyî cwanan û mehî satî’ bibê
nêwî mektûb bê le seffî ’aşiqan xase alxususErebî
yek le nîşaney de zahîd ewheye ey zwalkimalErebî
bê wicûd bê xoy lekin hîç laf neda az wicd û ḧalFarsî
nek be ’îlmî şeytenet mayîl lebo ceng û cîdal
şat fî cild zi’ibErebî nek ẍenem celd, zî’ib me’al
himçu xinzîr mizir, kilb ’iqur, şir dir ri’ûsFarsî
her kesê ’îşqî wedes kewt ba neyka herzan firoş
nîk û bed herçî weřêy bê der řehî canan xemoş
zahîren zehrî helahîl, bê tirs bîka be noş
wa degeł nefsî be dujmin, ser betał û ceng û coş
wek ’ilî almirtizîErebî girtî derî qel’ey qemûs
řoḧ û canî min fîdayî neqiş û lewḧî sîne bê
sîneyî bêzar û ẍeybet dûr le buẍiz û kîne bê
zahîren kafir, be batîn gencî der gencîne bê
nek lebo zerq û řîya puşîde ba peşmîne bê
ya be dem talîb, be dił çun pîleten ya eşkepûs
her le heweł ta be axir çende hatin pałewan
saḧêbî tîp û supa bûn, cumle ba gurzî giran
tabî’î ceng û cedel, şeř bû leser miłkî cîhan
çî legeł nefsî be duşmin, şeř degeł e’day nîhan
xakî pay nîn řustem û gerşasb û guderz û tûs
çî beřast merdî řehe, ba cîfeyî dinya çikar
ger bezahîr meyl bika bo serfî miskîn û hejar
batînî xwên bê, ciger xor bê derûn piř derd û jar
ca debê ew car biłê min ’aşiqim bo řûyî yar
her çî ḧubbî wî nebêtin der ḧeqîqet ew meyûs
çend hezar teqwa û ta’et çend hezar ’îlim û ’emel
çend hezar çeng û çeẍane, çend hezar beyt û ẍezel
çend hezaran wîrd û zîkir û çend hezar mîsil û mesel
hîç nîye der řahî ’îşqî dił nebê îxlas degeł
masîway îxlas lekin yar nayenêtin yek filûs
şerit û îqrar bê heta mawim leser miłkî cîhan
terkî ta’et pak bikem min xo bezahîr nek ’eyan
ekil û newm û şurb zor kemtir bikem ba řoḧ û can
ger bebê şer’î nebê řojû û nemazan kem ḧeram
ta bibim kafir lekin dem wa’îzî dił çaplûs
merdumî batîn bîn û la’ubalî, dił le xełq
ew deka penhan be zahîr xoy be kîswey cam û dełq
řûsyah û şermesarî pêşî çawî ’amî xełq
meqsedî sîdqe meqamî ew le xizmet barî ḧeq
mertebey «ḧiq alîqîn» her bowî xase «balxisus»
yarî ẍar her çendî bûn pîrayeyî ’eqił û şi’ûr
des le dinya şuste û ’aşiq be eltafî ẍefûr
çunke muxlîs bûn le ’îşqî wan be dił çûne ḧizûr
bûn le camî ’îşq mestî badeyî keyf û sirûr
zewqî dinya dan be ’uqba yarî ẍar bûn û enûs
ger lebo îmane ta’et ẍeyrî kufirim nîn çikar
ger lebo cennate ta’et, namewê cuz qe’rî nar
ba’îsî ta’at û teqwa xakî jêr dû ne’lî yar
řûsya û bednamî dinyam namewê namûs û ’ar
tobe lem zuhdî řyay piř ’ucb û piř kibîr û niḧûs
dafî’î ’îllet lebo ’aşiq nîye cuz wesłî yar
’aşiqan ẍeyrî xuda qet çîdî naken îxtyar
řoj û şew bo řu’yetî cananeyî xoy întîzar
ẍeyrî wî ba nar û cennet kufir û îman nîn çi kar
nayewê çî nef’î wî bê, cuz zerer, şeřřî nifûs
meclîsî zor cahîlan qet nabê bê ceng û birîn
lankî mindałan û tiflan nabê bê şîn û girîn
qewlî cahîl çun ḧîmaran neřřeye yaxo zeřîn
hemnişînî yarî bedxû, naqîsî dinya û dîn
řûsya û bednamî dinya az qirîn bid cilusFarsî
bişnu az min yik ḧidîs az ḧiq rib al’almînFarsî
ya ’ibadî en ’irşî fî fؤad alimؤminînErebî
«niḧin eqirb min ḧibil alurîdErebî» ayey mubîn
fa’bidunî, la alh ala ana ḧiq alimbînErebî
deykut ’aşiq lî mi’ alilhErebî, ma gişadîm, nih ’ibusFarsî
ey diłî sergeşte û ḧeyran, ze’îf û nabekar
qewlî canan nabî ḧałî, ta le çaw xwên nête xwar
şade ew kes xwênî dił kirdote qût dirFarsî întizar
xozya gurgîn segêk kewtibame ber dergahî yar
ba hezaran zecir û zerb û car care paybûs
ya xuda her kes le řêy ’îşqî serî xoy birde paş
xwardinî xwênî ciger, xarî muẍîlanî feřaş
’umrî xidir û karî şumir û samîrî boy bê me’aş
se’îy eflatûn, erestû, hemçû luqman ’îlmî baş
karî neng û came sewz û řişte tîlî calînûs
kird legeł mûsayî ’îmran we’de xellaqî ẍefûr
wadîy eymen were ta bêye řûy wecd û sirûr
yêkî wek eḧmed le ’eřşî neqşî le’leyn kird zihûr
ew degeł xwa kirdî suḧbet, ẍerq bû dirFarsî nar û tûr
ne tełeb kird řu’yetułła, ne be wadî kird cilûs
çunke neybû sebir, kirdî ’erzî řebbî ’eyb poş
rib ernîErebî kut welakîn lin tiranîErebî hate goş
tûrî şeq kird, lewḧî bo hat, ba xidir kird se’î û koş
suḧbetî bo pêk nehat ew, çunke neykird sebir noş
î’tîqadim nîn becuz ’îşq û tewekkul řay xilûs
be’zê mexlûqê debînim dêne řûy wecd û nezer
hêndêkî beyt û ẍezel, eş’arî pêşînyan leber
dên lenêw ’alem dexwênin î’tîqadyan bête ser
nîn ẍemî bednamî xoyan, řojgar xoş biçne ser
dił firîb, ’alem xelel, bamekir û ḧîle û çaplûs
zahîren sofî, be batîn kewden û ’asî û kelek
ḧîة fî cild ḧutErebî, mar dir pust simkFarsî
bo tema’î geştî ḧewt erzan deken ta no felek
der ḧeqîqet nîn lebo wan hîç ebwabî derek
şikil adim, dil çu dical, zal û gimrah ûFarsî meyûs
’almî ’îlmî řisûm, der ḧałî ’uşşaqan bexîl
zahîdî zuhdî řya, gumřah debêtin bê delîl
’abîdî ẍeřře be ta’et, munkîrî qewlî celîl
her kesê řaykird le xoy, axir debê nadîm, zelîl
himçu xinzîr mizir, kilb ’iqur, şir dir ri’usFarsî
îbnî řawendî û bel’em, ’almî ’îlmî řusûm
řasix û mahîr le mekir û keydî îblîsî zelûm
zîc û ustuřlab û řî’ û zumrey e’dadî nicûm
sehil bûn bo wan, lekin wan kes nebû ehlî ’ulûm
çunke înkar bûn, nebûn waqîf be esrarî qudûs
ehlî ’îlmî bê ’emel, dem wa’îzî dûr azFarsî ḧeqin
talîbî ḧîrs û ḧeram, şîbhî nusûr û ’eq’eqin
hemnişînî załman, bacebir û zułim û eḧmeqin
çunke ’aşiq nîn be mewla, wa neqîz û diłřeqin
çî be yar ’aşiq nebê, ew muflîs û qa’iz nimusErebî
çunke dinya axre, ’alem geřa ser fî’lî bed
’îlmî ’alim bo tema’e, nek lebo wecdî eḧed
sufyan dir cisticwî biẍiz û rya û kibir û ḧisdFarsî
lêk emîn nîn qet, çi car xuşk û bira, bab û weled
akîlî laşey befał û zî’bî êsqanî kiřûs
’aşiqî, beng û şerab û řeqis û qewwalî nîye
teb’î goşt û ḧemlî esqal, mil be eẍlalî nîye
danş û ’îlmî ’ezazîl řesmî neqqalî nîye
ew be nezdî xasî mewla fî’lî deccalî nîye
ḧakman tabî’ be zułim û cewr, şebîhî feyleqûs
’aşiqî, beyt û ẍezel, laf û gezaf û gef nîye
pirç û post, keşkoł û meşşak, çeng û nay û def nîye
xerqeyî peşmîne poş û hem ’esa der kef nîye
mest û meẍrûrî û te’ne, hay û hûy û sef nîye
lêw mu’eyyen bê weha nabê lebo kes řêy xilûs
řêgeyî ’îşq qet tewaw nabê be sed se’î û şîtab
ne be mał û ne be ta’et, ne be ’îrfan, ne sewab
ne be ’îlim û ne be fikir û řemz û e’dadî ḧîsab
’îlmî qal nîn, defterî ders ew degeł ḧerfî kîtab
fezłî ḧeq derse be kare nek be fî’il û mengenûs
řêgey ’eşq zor girane, xo lelay ehlî nezer
yek ewe qet ser nepêçî az qiza û az qidirFarsî
can û dił teslîm bika bo yarî bê xof û xeter
xoy bika tefwîz be yar az maswaFarsî bê bê xeber
nek be dił şîbhî nesûr û ’eq’eq û dum çun xirûs
řêgeyî ’îşq řastî û teslîme andir rahFarsî dost
ne be ’iqił û zor zanîn, ne be pirç, keşkoł û post
çak û bed herçî weřêy bê, ew le řê çalak û çust
bew kesem xozge ke canî serf ka der rahî dost
nek le řêy yar na’umêd û hem le ’îşqî sadelûs
eḧmedî korNasnava edebî ser le seng de, to kutit min ’aşiqim
řast le řêy ’îşqî deçim, der rahî canan sadqim
xudnuma hestî bibînî, wa bizanin layqim
ba wicûdî, kemtirîn mexlûq û bendey xalîqim
sed hezar ’îlmim hebê, nabim be xakî pay xirûs