yarî řendan der ḧeqî min karêkî řendanî kird

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 3 Xulek  642 Dîtin
yarî řendan der ḧeqî min karêkî řendanî kird
çawî mestî ew be baz, piř surmeyî subḧanî kird
nîm nîgayêkî be dû çawî wekû qetranî kird
xozya bew kes ke guftarî be yarî canî kird
sed hezaran mîslî min her dax le dił efẍanî kird
ḧubbî yar wa kewte dił min xurd û xab lêm bû ḧeram
řoj û şew her dû xerabe û çoł û seḧraye geřam
her wekû «sen’an» ke bo tersayê bû řîswayî ’am
şêt û şeyda bûm ke mał û ’eqił û hoşî lê řifam
xaney abadî minî sed car řimand, wêranî kird
şêxî «sen’an»y ke merdêk bû be dîn bo qîbiḧ û zişt
bo xenazîran şwan bû, ew be namî nîk sirişt
sa’etê ew diłberî xoy dî, îmanî da kenişt
sed mirîd û mescîd û sed me’bed û xełwey behişt
’eqił û hoş teslîm be dest ew diłberî nesranî kird
ez feqîrêk dûr le to kewtûme çahî bîjenê
dayîme dił bot desûtê wek giřî dare benê
wa beḧesřet taqe bûsê kem le textî gerdenê
tîrêkî wat da le cergim şehsewarî qoşenê
her wekû «ye’qûb» le daxî «yosif»y ken’anî kird
key debê şad bîn be nûrî ew cemałî enwerîn
key debête hawinşîn yek dem be lefzî şekkerîn
key debîn lawlaw sîfet, pêç pêç le bałay ’eř’eřîn
dwê şewê xoş bû xuda, yar destî bo kirdime serîn
řoḧ le cîsmî min fiřîn û ḧîkmetî luqmanî kird
xełkî meşẍûłn be ’îlim û tesbîḧat û qîl û qał
qelbî min meşẍûł be to ey nazenînî new nîhal
pak xudaye çend be xûbî kirdî ew ḧusin û cemał
sa’etê tom dî be çawan dîn û mezheb bûn betał
her wekû tersa le ’eqił û dînî şêx sen’anî kird
ta qyamet wesfî bałay new nîhalit her dełêm
řoj û şew weqit û se’at der custucûy metłebêm
şêt û şeyday řûyî tom meḧbûs le çahî ẍebẍebêm
dił be daẍ û tûřeyî zułf û dû gêsûy şebêm
mayeyî «yiḧîy al’izamErebî» bû, boç le min penhanî kird
şahî cem’î enbya, toy şafî’î řojî ceza
min gunehkar û zelîlim ummetî tom ezqeza
ummetî ’asî û feqîrîşt wekû min hakeza
întizarî lutfin û pabosî jêr ne’ilit řeza
zyaretî xakî berî pêt def’î her ’îsyanî kird
«eḧmedî korNasnava edebî»y zelîl û ’aciz û dił piř keser
wa le dergat kewtuwe, bełkû bihête ber nezer
cumleyî şêx û welî û pak dînan serbeser
muqtebîs azFarsî nûrî to bûn û lebo to xakî der
şu’leyî enwarî toye ’alemî nûranî kird