ḧemdî bê ḧed bo xudayî xalîqî ferdî wedûd
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
8 Xulek
1503 Dîtin
ḧemdî bê ḧed bo xudayî xalîqî ferdî wedûd
babî mey adem le miştê aw û gił hêna wicûd
qudsyan her çendî hen her bo wîyan ser na sicûd
řojê azFarsî xaney ’edem ten hate seḧrayî wicûd
agirî ’îşq karî kird lêm û «dil û can dir ribud»
ha, bibîne çî bîna kird ew bînayî karsaz
ew le qetrêk awî xułqand çend butî piř ’eyş û naz
sîne saf û qed çu ’eř’eř, mem çu řumman, dîde baz
lêy wetertîb xist dû kar, ’îşqî ḧeqîqî û mecaz
talîbî îslamî kird ew, gebir û tersa û yehûd
her kesê ey dił be řûyî newcewan ’aşiq nebê
řazî lay ’îşq nebê ba can û dił sadiq nebê
ew le řêy ’îşqî ḧeqîqî bêt û ger fayq nebê
ba sebeb ’îşqî ḧeqîqî řûbeřûy sayq nebê
řast ḧîmar wa le jêr bar ka û coy bê serf û sûd
’aşiqan řujî ezel dił namrê ḧetta ebed
wek şehîd û enbya qet nařzin cîsim û cesed
ger nebê toşey le’în û dîn betał û dêw û ded
ser nebate řêy mecazî, piř xeyanet karî bed
’aşiqan her şîn û ah û şa’îran tebi’ azmûd
hêndê ’asî tebi’ û murted, hênd le řêy ’îşqî betał
ser be sewdayî mecazî dił be dinya îştîẍał
wek debînin to zelîl û dił becoş û xeste ḧał
lêt debête pîrî mutłeq şîbhetî îblîsî lał
mubtedîş gumřa deka, řêy ḧeq lewê bend û sedûd
xo le min wa bû heweł car ’îşq be zanayî debê
wesyetû lê bê leber zorzanî řîswayî debê
ta wekû şêt bî zyatir ’îşq efzayî debê
boye ’aşiq şêt debê talîb be şeydayî debê
ḧez dekey ’aşiq bî, şêt be, to le gişt řêy wicûd
çunke ’îşqî ḧeq nebû zeřřêk le sîney qewmî ’ad
cîfey dinyayan dewîst û piř teme’, meẍrûr û şad
cumle muznîb û gunehkar ser le řêy ’îşqî ’înad
’aqîbet seřseř lebo wan hat û jînî dan be bad
ba sebeb bê ’îşqî bo, «qid ehlikit qum simud»
weqtê adem le «serendîb»ê xelas bû hateder
îtîfaqî best legeł ’îşq, bû be bab «em albişir»
boye çil sałî geřa ber setḧî erzî derbeder
’aşiqî nûrî xuda bo şewqî ḧewway kewte ser
lêy wepaş kewt «şîs» û«nûḧ «û» sałḧ «û» îdrîs «û» hûd»
şêxî «sen’anî» eger sed carî dî cewr û cefa
zeḧmetî her çend weřê hat boy buwe zewq û sefa
’aşiqî cananeyek bû, saḧêbî şerit û wefa
derd û mîḧnet her çî bû axir lebo wî hat şifa
şade her kes leḧzeyê ba yarî kird gifit û şinûd
ger kesê pirsî çûzanê «to le dinyat nîn dû çaw»
her ke řadebrî yeqîn dozex le cergim dête taw
ew kesey me’şûqî to bê çon debê abřû tikaw?
xelq nazanê ke zulifit yarî meḧbûb bote daw
’îşqî ḧeq ger yar nebaye têy degřya nar û dûd
weqtê «yons» kewte betnî ḧût le aw bû seringûn
takû çil řojî lewê zułmet bû lêy dinyayî řûn
her dû dîdey piř le aw û ten seqîm û dił zebûn
çunke ’aşiq bû, nubuwet bo wî hat bê çend û çûn
medḧî wî kird xalîq û «andir kilam xud situd»
weqtê îblîs dawtełeb bû xeyîrî eyîwbî şam
mał û etba’ berteref kird pak be nîm leḧze temam
paşî hengê qelbî wî piř bû le êş û derd û zam
ew be ’îşqî ḧeq mutî’ bû ye’nî «ribî laynamErebî»
çunke ’aşiq bû xudawend lutfî fermû zûd be zûd
ye’nî ew xellaqî ’alem ew xudayî layezal
ger nebûya ’aşiqî nûrî nebîy nûr cemał
zyad le ’alem bo çi leboy mewcûd debû keşif û wîsal
şer’ û turq û ’urf û ḧeq her çwar be carê nane pał
pê de řêy mî’rac û burcî lamekan cayî si’ûd
yekî wek «taha» nebîy îns û cîn xeyrulbeşer
wasîtey bûnî dû kewn şay qabeqewseyn namwer
cennet û dozex, sema û erz, leşqî wîne serbeser
boye ḧeq fermûy le şanî wî «wima zaẍ albisir»
bo be mewlay şerq û ẍerb û beḧir û beř, çî hen, çi bûd
yosfî zî alḧusinErebî cebhet, mehweş û şîrîn nezer
cebhetî mahî deh û çar bû, le ken’an hate der
ba sebeb ’îşqî «zułeyxa» çû le «mîsir»y gerit meqer
padşahî û nîknamî û tac û textî kewte ser
bû be ’îşqî ḧeq û layîq çend hezar mediḧ û dirûd
yekî wek «ye’qûb» nebî bû, kamil û ’aqił tewaw
’aşiqî řûy «yosif»ê bû, dił be ḧubbî wî sûtaw
ta biray lê bûne dujmin xistyane bîr û daw
mał û etba’ her çî bû pakî leber wî xist le çaw
takû çil sałî fîraq û zeyqetî «ba aw nimudFarsî»
dîm le quř’anda ke «mûsa» ber lewey ke biçête «tûr»
’aşiqî «wadîy eymen» bû lewê dî nar û nûr
her ke, wî ḧubbî xuday kewte dił û can û sudûr
pêy le řêy kufir û zelalet, buẍiz û kîne girt be dûr
ba wicud ’işq dir riḧimit z ’alim bir gişudFarsî
«’îsa»y «meryem» lenêw qewmî «yehûd»y napesend
lêy ’înad bûn ta wedestyan kewt û kirdyan ḧebis û bend
çunke ’aşiqî lamekan bû, çuwe sema ta weqtî çend
aferîdey kird ke dî ’alem debê pêy serbułend
qatłî deccałî mel’ûn duşminî ehlî sicûd
weqtê «îbřahîm» le narî mencenîq girtî qerar
xalîqî lutif û ’etay kird, ew debû zû řestigar
guł le dewrî sewz bû, hem baẍ û bûstan, lalezar
ger leber ’îşq nebaye neydebû eslen çi çar
’îşqî ḧeq ger yar nebaye têy degřya nar û dûd
wek nebî her ga yekêk ’aşiq be kirdarî xo bê
ferzî ’îşqe her kesê talîb be řûy yarî xo bê
bak nebê namûs û neng meşẍûł be řêy karî xo bê
řoj û şew der custucû û de’wetî yarî xo bê
ta bizanî sîřřî erz û asman, çerxî kebûd
ey birader goş û hoş dar bin le řêy guftarî ’îşq
her wekû «mensûrî ḧellacKes» bin le fikirî karî ’îşq
ser be qurbanî kesê bê noş bika sed jarî ’îşq
wesyetû lê bê be ferzîyet gelê hoşyarî ’îşq
diłberim kuştimî, şikayet kem, lebom bêne şihûd
gewherî meqsûd be des hatin le dinya zeḧmete
ger kesê destî kewê ełła çi fezil û nî’mete
boçî heweł ta be axir her cefa û mîḧnete
her kesê ’aşiq be cennet bê cezay wî řeḧmete
’aşiqî ’îşqî mecaz sûta be nar leḧim û cilûd
’aşiq ew nîn şêt û xûdar, segerm bin yek se’at
ře’is û qelbî sard û siř, meşẍûł be dinyay bê sebat
key debê dił xoş be řûy me’şûq bikey ’eyş û nîşat
ta nebî řîsway ’alem bê wicûdî řûy bîsat
xozge bew kes řazî bû bew me’mele û sewda û ’iqûd
ehlî ẍar her çendî bûn merdanî piř ’eqił û kemał
zewqî dinya dan be ’uqba fewt kirdin řay betał
dest şustu bûn le her şit ẍeyrî ’îşqî layezal
çûne ẍarê bûne na’îm bê ẍem û fikir û xeyał
bûn le camî ’îşq sermest, «gwî nîk namî ribudFarsî»
’aşiqî ’îşqî mecazî leḧzeyêke el’eman
ẍeyrî bednamî û řîswa nîn leřûy dewr û zeman
her kesê piştî bewî best axrî kêşay ẍeman
her kesê ’aşiq be řûy yar bê ẍem û derdî neman
’îşqî meḧbûban nîye layîq be her ředid û cehûd
’aşiqî ’îşqî ḧeqîqî can û dił safî dewê
yarî saḧîb şerit û însaf kamił e’rafî dewê
zêřî destew şarî xalîs qałî zor safî dewê
her dû wek yek sûxtedił, saḧêb însafî dewê
nek bekîn «esfendyar» û «řostem»y saḧêb ’emûd
nûḧ her çendî ke ’aqił bû û zîlfehmî ’ulûm
ba zelîlî řaydebward ba mîlletî eşřař û şûm
le hezar kes yek nebû çak ehlî mechûl û zelûm
’aqîbet tofan lebo wan hat ẍerq bûn û ’edûm
’îşq bû nûḧî necat da, keştî birde kêwî cûd
«hûd» nebîy qewmî ’ad bû mîlletî eşrarî nas
lût legeł ehlî «sedûm»y bed nijad û bed esas
«sałḧ» û «yeḧya» û «zekerya» «yuşe’» û «cercîs»y xas
«elyes» û «zulkîfil» û «îdrîs» ’aşiqî řêy ḧeq şinas
bûn be ’îşqî ḧeq muxelled «fî alcinanErebî» menził wirûd
«eḧmedî korNasnava edebî»yiş segêke peyrewî esḧabî to
her le tifłî şêtî kirduwe ḧubbî řêy esḧabî to
şerit û însaf qet nîye řojî ebed kîlabî to
biçîte nêw naşad bê pêyan duşminî qullabî to
ya řesûlełła dexîlek to necatman dey be zûd