ya xuda hîç kes wekû min řûy le canan dûr nebê

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 4 Xulek  1264 Dîtin
ya xuda hîç kes wekû min řûy le canan dûr nebê
hîç beden wek cendekî min ẍerqî beḧrî quř nebê
ẍerqî mewcî bê keranim, qeqnes asa giř le gyanim
ew diłey deyr û wêranim, çîdî me’way ḧûr nebê
ḧorîy baẍî cînanin, zahîren neqşî cîhanin
mehcemałn, newcewanin, çîdî nîn qed nûr nebê
nûrî safin, bê ’yûbin, kaşfî ẍemim û kiřûbin
neqşî ustadî ẍyûbin, kes bewan řencûr nebê
dił be ḧubbî wan ke piř bê feřze boy piř tab û giř bê
kanî řemz û kenzî sîř bê, ger bewîş mestûr nebê
ḧez deka dił ewlya bê, saf beḧeq ew aşna bê
ger le řêy ’îşqî cuda bê, hîç nîye xapûr nebê
xaneyî çoł û wêrane, mar û mûrî lê mekane
sûřetî bê řoḧ û cane, ger be ’îşq me’mûr nebê
’aşiqî ’îşqî îcad ke, menşe’î baqîy îrad ke
karêkî wa to be yad ke, nefsî pê meẍrûr nebê
her kesê tabî’ be ’am bê, ew debê gumřa û nefam bê
ḧez deka karî temam bê, webka nefis estûr nebê
herçî herzekar û gêj bê, řend û serkeş, xwênřêj bê
sed keřet ew ’îşqî tîj bê, pêşî ’am meşhûr nebê
xot meke zor kiz le destî, pişt be nefsî qet nebestî
ebleh û nadan û mestî, webke řuḧ řencûr nebê
řuḧî řaḧet bo ewane, nezdî ’alem hîç nezane
meḧřemî ew newcewane, naw be xas mezkûr nebê
naw be xas le řûy cîhanî, afetî bo cîsim û canî
çun xirûsî ḧał nezanî, cengicû û nêw xor nebê
řazî dił yek yek suxen bê, yek ser û yek can û ten bê
her degeł nefsî befen bê, nek lebot meqdûr nebê
qudretî ḧeq to debînî, wa leser erz û zemînî
kes negut rib ernîErebî ẍeyrî mûsay tûr nebê
boçî ew way kut be mutłeq, ta bika safî diłî řeq
kes nekut lefzî ena aliḧqErebî, ẍeyrî şê mensûr nebê
kes wekû tahayî muxtar, saḧêbî î’caz û esrar
bo ebed naka çi guftar, çî le ḧeq me’mûr nebê
xełkî em dewrey cedîdî, şîbhî deccal û yezîdî
hîç nîye gufit û şinûdî, nazir û menzûr nebê
piř diro û kîzb û muḧîle, ’ebdî şeytanî zelîle
hîç nîye ’îlim û delîle, neẍmeyî tenbûr nebê
neẍmeyî sentûr û saze, çaw be kil zulfî diraze
zat xertel, şikłî qaze, ke bewan musrûr nebê
gwê medeye we’iz û pendî, gurg dił, zat gusfendî
zor kesî hełdaşt le kendî, ta be key dił dûr nebê
her le min bibyen beyane, bew xudayey lamekane
dûr le lutfî şay cîhane, çî le dinya dûr nebê
neqşî dinya to debînî, kesk û sûr û zerd û şînî
hîç nîye ḧiq alîqînîErebî, xane xiştî sûr nebê
her ke zanît bê me’ale, kînebazî nûr cemale
dem mede lew hîç meqale, suḧbetî meşhûr nebê
suḧbetî xasanî me’lûm, hemnişînî yarî me’sûm
neydekird kes nefsî mezlûm merdî naw «teyfûr» nebê
ew hemû gifit û şinûde, nezdî dił bê serf û sûde
kes wekû min bê wicûde, ẍerqî çay deycûr nebê
çahî deycûr menziłî min, xar û neşter ḧasłî min
hîç diłêk mîslî diłî min, xaneyî zenbûr nebê
meskene bo mûr û maran, menşe’î derd û bîmaran
hîç nîye qelbî hejaran, cayî mar û mûr nebê
dił be dił ew key ḧîsabe, ger nebê bo yar kebabe
piř biłîse û piř şîtabe, şubhetî tendûr nebê
her wekû tendûr betîn bê, her bisûtê çîn be çîn bê
nałe û zarî û girîn bê, her wekû sentûr nebê
şubhî ’ûd û çeng û naye, her to bêjî waye waye
hîç nîye axir dewaye, şerbetî engûr nebê
awî engûrî zemanan, muskînî pîr û cewanan
dił leboy cwê bê le canan, cêy seray me’mûr nebê
eḧmedî korNasnava edebî bes nefam be, nextêkîş hoşyarî ’am be
bê seda û nutiq û kelam be, ta le yar destûr nebê