dwêşewê dîtim le xewda wam legeł şekker lebê

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 4 Xulek  1600 Dîtin
dwêşewê dîtim le xewda wam legeł şekker lebê
řûbeřûy diłdarî gyanîm, lêy dexwazim metłebê
lêy dexwazim zor be zarî, be zelîlî û întîzarî
bo deway derdî bîmarî, bûseyê lew ẍebẍebê
ẍebẍebî beyza û munewwer, mehřûyî tennaz û diłber
leb mîsalî ḧewzî kewser, cayî noş û meşřebê
meşřebê le’lî lebanî, ’eyşî řoḧî xesteganî
dařûy derdî nîhanî, ḧeq nesîb ka bo me bê
ḧeq lebo mey ka nesîbe, řo’yetî řûyî ḧebîbe
zû lebo me bê tebîbe, ceřḧî dił pêy xoş debê
xoş debê ew cerḧ û zame, diłberî şîrîn kelame
beşqî şay xeyrul’ename, lutfêkit der ḧeq me bê
to be lutfî xot ’eta ke, dił le bendî xot řeha ke
bûm be tay zułifit hîlake, ser be doş çun ’eqřebê
’eqřeb û marî gezende, ḧełqe ḧełqe çun kemende
ser leber gerdin le bende, ba’îsî lerz û tebê
ba’îsî řojî detenge, yar ḧebîbî dił ço senge
her kesê ew lêy be cenge, řaḧetî mirdin debê
řaḧet û ’eyşî meḧałe, bo kesê ḧeşrî xeyałe
her kesê dî řûy bexałe, şîbhî xettî mektebê
mektebî ’alem nezare, xał wekû necim û sitare
dił be dînî întîzare, suḧbetî gêsû şebê
gêsûy muşkîn kelafe, deste deste çun tenafe
cebhetî bê gerd û safe, tarî kird wek meẍrîbê
tarî kird wek şeb zułame, řewşenî çawî ename
şad bexşî xas û ’ame, dîtnî řûy qend lebê
diłberî nûrîn cemałe, xoşewîstî zulcelale
kafîy ’îsyan melale, bûnî jêr pêy merkebê
merkebî naw lê bořaqe, řakîbî sadîq mîsaqe
xoşewîstî ferdî taqe, şafî’î men ez nebê
şafî’e bo îns û canan, xêrî erz û asmanan
bimdenê her dû cîhanan, ez nedem pêy mensebê
sed ke min menseb û paye, her ẍem û derd û bełaye
çunke yar saḧêb wefaye, terk dekem boy mezhebê
mezheb û dîn çû le destim, min fîday ew çawî mestim
yarî xom ez deperistim, ta le qelbim řoḧ hebê
řoḧ û dił, ’eqił û îmane, her çî der kewn û mekane
hefit erz û asmane, pak le řêy yar fîdye bê
pakî ’alem toy mirade, talîbî mecruḧ fu’ade
’aşiq her ew wexte şade, yar bida lêy mezrebê
yar bika lêy zerbî karî, le qulûb û cergî yarî
ew ẍem û endûh û zarî, bo me hedye û tuḧfe bê
dił leboy hedye û wîsal keyn, cîsim û ten be koy zuxał keyn
nek çi carî dî xeyał keyn, fikirî lehu û mel’ebê
çî cîhane lehu û le’be, ger ’înad û řenc û te’be
karêkî zor zêde se’be, dił ke ’îşqî tê nebê
dił le ’îşqî yar cuda bê, be hezar derd mubtela bê
dek be zehrî mar hela bê, řestigarî lê nebê
çareyî bo nîn do’aye, çunke cîsmêke fenaye
řoḧ be nûrî wî fîdaye, ten syay ser ḧełqe bê
ḧełqe ḧełqe tûkî meřxuz, ẍemřewênî derdî ’aciz
taze ’umirit bû be sê ’uz, ya řebî sê pence bê
řojbeřoj saḧîb necat bê, her le ser ’eyş û nîşat bê
dîm çiraẍî řûy bîsat bê, xał çû necim û kewkebê
kewkeb û necmulhudaye, şah û sułtan û gedaye
her çî dî, boy canfîdaye, dek le êmeş nexşe bê
dek emeş boy canfîda bîn, dił feraẍî masîwa bîn
serdemêkîş aşna bîn, ta ’umir baqî hebê
ta deçê ’umirim be fanî, muddeyî pîrî û cewanî
ser le řêy diłdarî canî, xakî jêr pê û mek’ebê
gerdî ew jêr kewş û kałan, sayeyî seru û nîhalan
defterî ew cwane xałan, bo me ’îlim û nusxe bê
bo me ew baẍî nezer bê, her kes ’îşqî toy leser bê
řenge şay saḧêb zefer bê, dirFarsî cîhan piř fetḧe bê
řestigarîm nîn le dame, key biçênim guł be kame
ḧubbî şay xeyrûl’ename, qet le qelbim kem nebê
’umrî «eḧmed» çote fanî, muddetî pîrî û cewanî
her be ’îşqî şayî canî, xakî jêrî ne’le bê?!