diłbera ta key xecił bê dił leber derdî dirêje

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  687 Dîtin
diłbera ta key xecił bê dił leber derdî dirêje
to xuda řeḧmet le dił bê, bes be naḧeq xwên birêje
bes bike qetłî esîran, to bewan peykan û tîran
ya mekûje hênd feqîran, ya ke kuştit zûy binêje
herçî kuştit zûy weşêre, xû piłing û sam şêre
ḧorî û zîba û dilêre, agirî ’alem biřêje
agirî piř tîn û tabe, zor be êş û piř ’ezabe
dił bewî birja û kebabe, sût be ew narî lemêje
sût be narî zor betîne, yar be ’îşqî şay medîne
sa were ḧałim bibîne, bes be min jarî biçêje
bes biçêje pêm zeqûme, talî’î min zişt û şûme
beḧrî xwênîn dê le řûme, dił be mewday tîẍî têje
dił be tîẍit bû şełałe, her ke dî ḧusin û cemałe
bak nîye hîç qîl û qałe, bew çeqî řojî dirêje
boçîye îslam û dîne, çunke bo kes řeḧmî nîne
karî wîm her qetił û xwîne, ’aşiqan sermest û gêje
’aşiqan mestî mecaze, nîn le ’îşqî řaste baze
talîbî ’umrî diraze, mał û dewłet keřiř û gêje
mał û dewłet serf û sûde, enderûnî bê wicûde
wek şerer xałî le dûde, piř le agir, tîn biřêje
wek tenûrî piř le qîne, her desûtê çîn be çîne
’aşiqan piř le birîne, xwên le řuḧ û can biřêje
şîbhî xaşak û ẍubarim, çaweřêy pabosî yarim
çîdî nîn hawar û karim, ẍeyrî nałe û qêje qêje
eḧmedî korNasnava edebîy hejare, gerçî pêt nîn îxtyare
derdî dił penhan bidare, řazî xot bo kes mebêje