ey seyyadî bakemałe, hênde dił nexcîr meke

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  680 Dîtin
ey seyyadî bakemałe, hênde dił nexcîr meke
kuştinî ’aşiq ḧełałe, lew řeqîbe bîr meke
çî řeqîbe ředid û înkar, nîn le derdî dił xeberdar
her dełê ’uşşaqî bê kar, bîkûje teqsîr meke
to le qetłît xêr degatê, meydeye awî ḧeyatê
erzêkî nefi’it nedatê, małî lê te’mîr meke
lêy meke te’mîr becare, zeḧmet û řenicit xesare
ya mede to kes ciẍare, ya le xoy diłgîr meke
her kesêk bê bîruřa bê, şîbhî dar wişk û řeha bê
ḧez dekem ’eyşî ne ça bê, karî bê tedbîr meke
kar û esbabî cîhanî, cumle bê nef’î û fanî
lefzêkî me’nî nezanî, me’nîyî tefsîr meke
wek xelîlî pakdîn be, saḧêbî sîdiq û yeqîn be
la eḧb al’aflînErebî be, xofî azFarsî agir meke
agirî nemrûd û şeytan, bo xelîlî bû be řeyḧan
ger to hey saḧêbî îman, qelbî xot kafir meke
zexmî peykan tîrî mestan, xel’etin bo dił dirustan
to mîsalî ten peristan, parêz azFarsî şimşîr meke
zerbêkî şimşîr bare, qatłî çendîn hezare
nayçêjê tîrî le jare, fikirî şekir û şîr meke
fikirî şekir û şîr şîrîne, ayîney qelbit bibîne
to le buxil û buẍiz û kîne, can û dił mahîr meke
mahîrî fî’lî betałe, dił be dinya îştîẍałe
dem le ’îlmî qîl û qałe, şîbhetî şa’îr meke
şa’îrîy û teřizbanî, xase wesfî yarî canî
kîmyayî dił nezanî, ten wekî îksîr meke
eḧmedî korNasnava edebî behrî canan, bes bike dad û fuẍanan
to ře’îsî ḧîlezanan, hênde dem tezwîr meke