diłbera meḧbûsî dawim az firaq lam û bê
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
3 Xulek
1024 Dîtin
diłbera meḧbûsî dawim az firaqFarsîy lam û bê
wa be ’îşqî to sûtawim, ax bo lutfî ya û řê
ax bo yarî nazenînim, meḧbûbî dinya û dînim
merhemî zam û birînim, pêm kerem ka şîn û fê
pêm kerem katin şîfaye, saḧêbî şerit û wefaye
meḧremî řazî xudaye, nasîxî kaf, tê û bê
nasîxî cem’î kîtabe, şafî’î řojî ḧîsabe
řûmetî çun mahtabe, qametî çun nûn û yê
qametî wek newnemame, xoş tebi’, şîrîn kelame
ey ḧebîbî xas û ’ame, şahî mîm, ḧê û şîn û řê
şahî meḧşer řoj cezaye, mehcebîn û nûr lîqaye
çî biłêm sed car wehaye, bê fîday řê û waw û ḧê
bê fîday řuḧ û canim, seyîdî her dû cîhanim
subiḧ û şam qelb û zibanim, bûn be dû qaf nûn û sê
bûm be qeqnes, ten zuxałim, ’aşiqî ew çaw ẍezalim
bûn bêzar ’alem le nałem, nayête dal sîn û tê
nayête dest bê meşeqqet, ta nekêşî řenc û zeḧmet
terk nekey esbabî lezzet, nabînî lew sê û fê
nabînî hergîz sefaye, xwardinim řenc û cefaye
çunke ḧałim bot wehaye, bigre destim ya û řê
bigre destim yarî diłber, pêm kerem ke awî kewser
to le ẍussem derke yekser, leb çu şîn û kaf û řê
leb çu şekker, dem nebatî, saḧîbî hedye û xełatî
axrî dinya bû hatî, ey ḧebîbî řê û bê
ey ḧebîbî řebbî ’alem, bo wicûdit qelbî adem
key debê we’dey miradim, bim be qurban lam û bê
bim be qurban mîslî qurban, meḧremî esrarî nîhan
xoşewîstî zatî subḧan, behrî derman şîn û fê
toy şîfay da’ û seqîme, saḧêbî qelbî řeḧîme
tom delîlî boye nîme dal û hê û şîn û tê
dehşet û xof zorî gîre, řojî waweylam lebîre
kes nîyetî destigîre, ẍeyrî zatî nûn û bê
ẍeyrî to kes nîne şafî’, ew şewey to çûye lamî’
way nisîḧet kirdî sanî’, behrî elf û mîm û tê
ummetî kirdî xełate, řuḧ û dił her dû fîdate
bo tema’ meylim lelate, bom bike řê û ḧê û mê
bom bikey lew dem řicaye, bom bixiwazî ’uzrî xwaye
nemxeye řenc û cefaye, dal û waw û zê û xê
agirî dozex betawe, zor bedehşet azFarsî nekawe
sebir û hoşim lê biřawe, ’eyn û qaf û řê û bê
’eqreb û mar sed hezare, her le subiḧ takû êware
ger bikem min medḧî yare, nayête ḧê û sîn û bê
medḧî to nayête ḧedde, çî biłêm sed car ewende
eḧmedî korNasnava edebî bo to bende, bîbe cîm û nûn û tê
eḧmedî korNasnava edebîy hejare, çaw le řêgey lutfî yare
hênd be dîtnî întîzare, ax şewêkî carê bê