sibḧanî ’ilam alẍîwib zatit le şibîhî kes nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 1 Xulek  653 Dîtin
sibḧanî ’ilam alẍîwibErebî zatit le şibîhî kes nîye
hîç kes wekû to bê ’eyb, bê ’îllet û eqdes nîye
hîç kes wekû to bê bedel, qeyyûm û dana û lemyezel
bê sehu û nisyan û xelel, bê fikir û bê weswes nîye
bê fikir û bê hemim û xeyał, ferd û qedîm û layezal
bo ’alemînê fî almalErebî, ẍeyrî to feryadřes nîye
feryadřesî bo xas û ’am, řoşnikerî leylî zulam
çî bot nesûtê subiḧ û şam, perwane û qeqnes nîye
perwaneweş tin dir ’izabFarsî, qeqnes sîfet dił çun řubab
çî terk neka bot xurd û xab, wê ẍeyrî agir kes nîye
ey qadrî ḧeyyî mubîn, ḧeq enit rib al’almînErebî
qadir etoy hadî û mu’în, kes warîs û xwênřes nîye
ey eḧmedî korNasnava edebîy hejar, wîzir û gunahit bûn be bar
ẍeyrez řesûłî namdar, kes yawer û dadřes nîye