matim le hîcrî řûy bedir, lew zułmetî bê řewşene
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
4 Xulek
1050 Dîtin
matim le hîcrî řûy bedir, lew zułmetî bê řewşene
lew bendî kes lê neçuwe der, dił xeste û mecřûḧ tene
dił xeste û mecřûḧ û zar, bê řaḧet û ’eyş û qerar
emřo ḧebîbî guł’uzar, san dawe sef sef qoşene
san dawe tîpî zengîyan, serxoş û mest û bengyan
mîsrî û řom û zengyan, saḧêb zirê û cewşene
saḧêb zirê û şîrîn suwer, hênd û fereng, řom û teter
sef best le řûy qursî qemer, wan textî cebhet me’dene
cebhet le nûrî layezal, neqiş û nîgar û xet û xał
qews û xedengî sad û dał, qatił lebo řoḧî mine
qatił lebo řoḧî ze’îf, řûme le yek burcî şerîf
her kes kedî ew řûy letîf, sed koy uḧud ẍem xermene
sed koy uḧud ẍem lêy be bar, nałe û fuẍan û ah û zar
derd û ẍem û endûhî yar, wan çend le dił nîşan hene
wan çend hezar dił kird besef, le her kenar û her teref
ceyşî ’ezîm mîsrî bekef, mahî deh û çar meskene
ḧeyranî řûyî şîbhî guł, çî ḧubbî wî ser kird le dił
bo pêşî xas û ’am xecił, firmêsk deken teř damene
damen be dem’î ’eynî teř, dû mar û dû şêranî neř
emřo be ’ezmî ceng û şeř, kirdyan hicûm dił mewtene
mewten le min bo ḧebis û bend, řoḧim fîdat ey diłpesend
bo qeddî wek serwî biłend, sed barekełła û eḧsene
eḧsen xîsal û diłřuba, her kes ke dî buwe xakî pa
ba řoḧ û can û dił fîda, bo şîrînî şay ermene
bo şîrînî leylî sîfet, kanî kemał û me’rîfet
sûřet be neqşî xał û xet, ’arîz zeheb, sîm zeqene
ew diłberî sîmîn ’uzar, ’aşiq hemîşe întîzar
behrî wîsalî řûy yar, weqit û se’at ne’rezene
ne’rezenan çun qeqnesim, cana becuz to nîn kesim
ger to nebî feryadřesim, cêm dozexî bê řewzene
cêm dozexî saḧêb lehîb, înkarî na’ehil û řeqîb
ya řeb lebo wan bê nesîb, ew penceyî şêr’efkene
şêranî saḧêb zor û zat, çî ḧubbî toy le dił dedat
sûta be nawî bê necat, giř girtî şîbhî řewẍene
manendî řewẍen newt û qîr, sûta le dest ’îşqî esîr
zûxał leber bedrî munîr, îslam û kafir, buryene
îslam û kafir her çî bê, le dest ẍemit biryan debê
cergî le bot nîşan debê, diłbend be çend mekir û fene
diłbend be çend bend û beła, her yek be çend ẍem mubteła
qettał û saḧîb silsile, le dił deden wek duşmene
ew der ḧeqî dił bûn ’edû, wesif û senay «ma tinfîz»
«ya eyha alnas a’bidwa limin le e’bid ena»
ger layîqî ’ebdîyetîn, mustewcîbî řûy řeḧmetîn
’etşanî kasey şerbetîn, wacb leser me sucdene
sacîd be, be şertî edeb, pabûsî canan ke tełeb
ger bêt û yar key to tełeb, bo ’eynî ’eynan surmene
bo ’eynî ’uşşaqî zelîl, xoşe bibînî řûy xelîl
derman lebo derdî ’elîl, biskî de şox û şebxene
biskî leser bedrî dû ḧewt, ser mîslî ’eqreb taq û cût
ber pencey her kes ke kewt, mîslî tewafî ke’bene
ke’be le řûy erzî meke, bê yar meço tewaf meke
çî xoy be yar teslîm neka, me’lûm bizane kewdene
me’lûm bizanin ew bedin, le defterî ’îşqî ředin
ḧeywan dił, însan cesedin, wan se’îy û řencî bê fene
sa’î be ḧeqqit ger ewe, terk ka wicûd xurd û xewe
řû kate lay yarî xuwe, werne sîway wî ferbene
ẍeyrî wî her çî nîk nebê, şerit ew heye talîb nebê
însan eger ’eqłî hebê, nîkaḧ neka pîrezene
nîkaḧ neka ew kali’cuzErebî, gumřa deka şew ta be řoj
samî’ be ḧubbî dił be soz, cîfey ẍelîz û muntene?
cîfey ẍelîz û zayî’e, halîk le qewmî tamî’e
talîb çû kelbî ca’î’e, lêkdî be kîne û ḧerbene
lêk dêne ceng zî’ib û kîlab, her yek be řengêk der ’ezab
bew wecheye dił çûn kebab, wek asyab û çeqene
wek asyabî zor le geř, nefis û heway mayîl be şeř
dunya û şeytan, gurgî beř, řoḧen le dest wî şîwene
«eḧmedî korNasnava edebî» le ’eqił bedûr, takey dekey xot bê şi’ûr
«mûsa» lekwêy dî nar û nûr, ta neçuwe «wadî eymene»?