şew le min zîndan û bende, řoj le min tarîk û řeş

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  855 Dîtin
şew le min zîndan û bende, řoj le min tarîk û řeş
dad le dest şay turk û řende, saḧêbî hînd û ḧebeş
saḧîbî tîpî ’eqarîb, fîy alْمەشەاریق ûەالْمەغەاریبErebî
şibîhî to nîn zîdid û zarîb, leb be xende, dił be ẍeş
leb be xende, dił be kîne, zor qewî, quwet metîne
řojê sed bendî bibîne, der kemendî heşt û şeş
der kemendî heşt û çare, ser be qalb şîbhî mare
’aşiqî miskîn hejare, ḧesret û nałînme beş
ḧesret û nałînme qismet, piř cefa û cewr û mîḧnet
dił be xewf û bîm û weḧşet, dergehî cananekeş
keş le xak û pat muqîme, cerg û dił bûn qîme qîme
cewf piř nar û ceḧîme, dê le zaman xwênî geş
le birînanim xwên be xuř dê, agirî ’îşqî be giř dê
yar be ẍemze û naz lepiř dê, xoşziban û tûtîweş
tûtîyî şekker le zarî, sîm cebînî, guł’uzarî
dił hemîşe întîzarî, key dê yarî nazkeş
key dê yarî nûr leqaye, ser binême xakî paye
gerdinî şîbhî mînaye, ئەەبْyezu belErebî sîne ’ereş
ئەەسْferu bel ’elqErebî zîra’e, emrî metîn muta’e
dił hemîşe lew tema’e, bê le dest wî camî meş
cam noş û mestî bade, saf bika qelb û fu’ade
cerḧî demrê namrade, şîn bû şîbhî řengî heş
eḧmedî korNasnava edebî lew siruşte, bê ’ûde, řesim û řewşte
řahî ’îşqî gyankenişte, xuşkidem, leb piř ’eteş