’îşq kirdimî bê xan û man, bê miłk û małî ’îşqim ez

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  885 Dîtin
’îşq kirdimî bê xan û man, bê miłk û małî ’îşqim ez
taqet nema lał bû ziban, qamet hîlalî ’îşqim ez
’îşq kirdimî bê pa wu ser, bê miłk û małî ’îşqim ez
lał bû ziban, bîstim xeber, qamet çu dałî ’îşqim ez
’îşq ḧałan teẍîyr deka, şêt û nezanan jîr deka
tifłî dû sałe pîr deka, ’aşiqî cemałî ’îşqim ez
’îşq ḧałan teḧwîl deka, cwanan be pîr tebdîl deka
gerdinkeşan be dîl deka, derḧał qettałî ’îşqim ez
’îşqî letîfî mehweşan, meylî perî bo diłkeşan
bêhoş deka saḧêb hoşan, mecnûn mîsalî ’îşqim ez
’îşqî letîfî diłberan, meylî nîhalî ’eř’eřan
bêhoş deka sewdaseran, meḧrûq bałî ’îşqim ez
’îşq nagehan lêm bû duçar, satê ke dîm qews û ’uzar
sen’an sîfet bê îxtyar, teqwa betałî ’îşqim ez
’îşq ’alman mechûl deka, nalayqan meqbûł deka
efgar diłan meqtûł deka, der dił xeyałî ’îşqim ez
’îşq derdan şîfa deda, ’îsa nefes sefa deda
’ezmî řemîm îḧya deka, murşîdî ḧałî ’îşqim ez
’îşqe şîfay derdî ’ezîm, dermane bo qelbî selîm
îḧya deka ’ezmî řemîm, sewday cemałî ’îşqim ez
’îşq kûrêke ba qyas, xalîs deka sengî desas
nabê le min key îltîmas, kokoy zuxałî ’îşqim ez
’îşq kûrey lateḧmede, asin û poła û celmede
qałyan deka û lêkyan deda, mestî wîsałî ’îşqim ez
’îşqî letîfî bênezîr, way kird lew eḧmedî feqîr
lomem bo hat wek tîr û şîr, saḧîb qebałî ’îşqim ez
’îşqî letîfî namdar, way kird le min korNasnava edebîy hejar
řûm nye lenêw eẍyar û yar, pîrî cemałî ’îşqim ez