diłberan dayîm denałim, dembedem şam û seḧer

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 4 Xulek  1756 Dîtin
diłberan dayîm denałim, dembedem şam û seḧer
carê napirsî le ḧałim, çaw’uqabî xoş xeber
çaw’uqabî mehcemałî, dujminî kufir û zelalî
nûrî sîřřî layezalî, kaşfî «şeqّe alْqemerErebî»
kaşfî qemer dûnîmî, fatḧî dergay ne’îmî
şaf’î «yewْmu alْئەەلییمیErebî», «ئەەنتە lîy nuru alْbeserErebî»
nûrî bînayî dû çawim, bê fîdat řoḧ û henawim
hełgîrawe xurd û xawim, xwardinim bote zeher
xwardinim xwên û zuxawe, sebir û hoşim lê biřawe
agirî dił wa betawe, mîslî şem’î nêw fener
wek fener dił piř le narim, barî ’îsyan bote barim
řûsyah û şermesarim, min leber «yewْmu alْxeterErebî»
min leber«yewْmu alْmematim» dê ke qabîz bo ḧeyatim
wa xecił bê hoş û matim, namênê hoş û seber
namênê hoş lew se’atê, řoḧ degate cêy nehatê
defterî dunyam dedatê, namênê meylî piser
namênê meylî cîhanim, dête cunbiş řoḧ û gyanim
ger le gîr laçê zibanim, nêwî ḧeqman dête ber
nêwî ḧeq dênim be zare, ten gelêk teşne û bîmare
dił hemîşe întîzare, her dełê «ma’u alْqeterErebî»
ax lebo yek qetre awe, ew demey dunya tewawe
şah û derwêş topê cawe, «qed dexelْte fî alْqeberErebî»
ta qyamet qebre małim, dên melayîk bo su’alim
řebbî toy muxbîr be ḧałim, nemxeye ser řêy xeter
nemxeye ser řêy zelalet, lêm depirsin zor beşîddit
«qale men rebّyike meyّt» kêt perest, kêt pêẍember
kêt peristuwe, kwa îmamit, mezheb û dîn û kelamit?
ḧeşir û mîzan û meqamit, bom beyan ke ew xeber
bom beyan ke sîřřî qelbî, ey xudaye tom tebîbî
min dełêm اەللّh rebّyîErebî, ba xelas bim lew xeter
ba xelas bîn lew meqame, axrî dunya temame
cem’î ommet xas û ’ame, řêy ḧeşirman dête ber
deştî meḧşer wa debestin, cem’î mexlûq sef debestin
yekhezar sał řadewstin, lêman napirsin xeber
napirsin lêman çi ḧałe, deştî meḧşer dête nałe
agir û polû û zuxałe, namênê ḧîlim û beser
namênê ’îlac û çare, çend hezar kes bê jimare
bab le ferzendî bêzare, ew leber şîn û çemer
ew leber giryan û şîne, قەالûا یەارەبّy رەزیینەاErebî
kwa miḧemmed şay medîne, boç lêman nabê xeber?
boç xeberdar nabê lêman, sût dił û cerg, qelb û pêman
yekhezar sał ḧeşre cêman, kwa ḧebîbî řojî ḧeşer
kwa ḧebîbî kullî ’alem مەا teqedّem qeble adimErebî
pak le meḧşerda bûyn cem, bû zuxał sem’ û beser
bû zuxał sem’ û beserman, barî ’îsyan kewte serman
çaw ke hełnaye le şerman, destew’ejno quřbeser
destew’ejno řodenîşin, piřgunahan řadekêşin
xêr û ’îsyanman dekêşin, hem be mîzan serbeser
piř gunahan dên û çûne, defterî wan seringûne
فەاقْre’uwa مەا tefْ’elûne, qedْ dexelْte fîy alseّqereErebî
ew seqer awir giřîne, bo kufaran zor betîne
dête ser ’alem be kîne, namênê hoş û xeber
namênê hoş lew se’ate, dê cehennem bang dekate
kwanê tarîkeselate, çaweřêy wane seqer
cê û meqamman zemheřîre, basî meḧşer zor kesîre
pêẍemberman destigîre, çake bîkeyn muxteser
muxteser keyn basî zîllet, dekirê ḧeşrî kullî ummet
yek beřeḧmet, yek bezeḧmet, řêy sîřatman dête ber
bon şefî’ ke to be řeḧmet, nenxeye tarîk û zułmet
pên ’eta ke qesrî cennet ئەەعْتینەا tubaErebî şecer
dête berman řêy sîřate, bo gunehbar, cêy nehate
ya řebî bindey necate, bon şefî’ ke piř pêẍember
toy şefî’ulmuznîbîne, lew demey awir betîne
toy penay me şay medîne! bon şefî’ ke piřhuner
«eḧmedî korNasnava edebî»y feqîre, ḧeq te’ala destigîre
barî ’îsyanit kebîre, nexeye ser řêy xeter