řoj û şew dekem řicayê, lew bînayî kirdigar

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  880 Dîtin
řoj û şew dekem řicayê, lew bînayî kirdigar
be dayîm dekem du’ayê, ta bînim řûyî yar
řûyî yarim ba bibînim, şad debê qelbî ḧezînim
diłberî şox û şîrînim, gułřuxî sîmîn ’uzar
gułřuxî sîmîn cebîne, şox û şeng û nazenîne
qîmetî çawanî nîne, mułkî îslam û kufar
mułkî îslam û ferenge, nîn behay yarî çelenge
her ke yar lêy dam xedenge, lêm biřa sebir û qerar
lêm biřa sebir û şekîbe, nałînim çun ’endelîbe
bêne ser min sed tebîbe, derdî min naken çi çar
derdî min naken dewaye, be kesim naye şifaye
řoj û şew ḧałim wehaye, pêm nemawe îxtyar
îxtyarim pê nemawe, goşeyî cergim biřawe
wa le ’îşqî ew dû çawe, sût beden sertabexwar
sût beden le ’îşqî yarê, xwên le çawanim debarê
mîslî baranî beharê, dayîme leyl û nehar
dayîme min her denałim, can û dił wek koy zuxałim
kuştey dû biroy hîlalim, ey gelî eẍyar û yar
ey gelî yar û ’ezîzan, derdî ’îşqî řûtemîzan
nayete kêşan û mîzan, bê be mîzan sedhezar
bê mîzan û bê ḧîsabe, agirî saḧêb mehabe
cerg û dił mîslî kebabe, her sûta leyl û nehar
xarîc azFarsî ḧed û mîzane, tîr le cergim wek barane
bo to dił weḧşî û nezane, yarî saḧêb îxtyar
her ke saḧêb îxtyar bê, meqsûdî wî dînî yar bê
ew leser qewl û qerar bê, zû debêtin řestigar
«eḧmedî korNasnava edebî» toş lewanî, dat be ba ’umrî cewanî
axrî dinyat nezanî, çon debêtin axrî kar