ya xway perwerdigare, xalîqî ’uzb û ucac

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  861 Dîtin
ya xway perwerdigare, xalîqî ’uzb û ucac
ew diłey min derdedare, bîke to çare û ’îlac
bîke to ’îlac û çare, qelbî mîskin û hejare
řoj û şew her bêqerare, dayîme der îxtîlac
dayîme der îztîrabe, nałenałim wek řubabe
cergî min herwek kebabe, bo gułî řux çun sîřac
bo gułî řux çun çiraẍe, piř le hîcir û derd û daẍe
sa’etê nabê feraẍe, her denałê çun duřac
her denałê şîbhî poře, řoj û şew tełx û şore
to xuda ey yar binoře, yarî gerdin hemçû ’ac
yarî gerdin wek mînaye, saḧêbî şerit û wefaye
me’denî cûd û sexaye, dîn û dinyat dan řewac
to řewacî dû cîhanî, fexrî erz û asmanî
şahî seḧray lamekanî, saḧêbî mî’rac û tac
saḧêbî tacî nubuwet, menbe’î kanî futuwet
bo hemû kes pişt û quwet, îns û cin, pîr û nî’ac
îns û cin herçî emane, pak lebot bende û ẍulame
çend kesan bûn nîkname, to lewan sendûte bac
to lebo wan bûy be serwer, şafî’ û burhan û řehber
cem’î xasanî peyember, pak be to bûn îḧtyac
pak lebo to bûn zuhûre, îns û cin, weḧşî û tyûre
herçî bûn nîzîk û dûre, cumle azFarsî to bûn nîtac
esłî cumley ka’înatî, ba’îsî her mexlûqatî
řehberî řêgey necatî, serwerî ẍazî û ḧecac
serewerî cem’î se’îdan, şahî efwacî şehîdan
cumleyî şêx û murîdan, qilb ayşan ba tu hacFarsî
qilb ayşan ba tu maylFarsî wan le dergat şibîhî sa’îl
çî be emirit neybê mayîl, řûyî wan wek řûyî sac
řûyî wan wek sacî řeş bê, çî leser ’îşqî be ẍeş bê
bê nesîb û qîsim û beş bê, bê dewam wek řengî zac
ger kesê ka pirsyare, ba bê me’lûm ew şumare
çû le hîcret yek hezare, dûsed û şest û bwac
eḧmedî korNasnava edebîy zelîle, daẍ û ẍussan û ’elîle
lutfî ḧeq bo to delîle, dayîme dirFarsî weqtî dac