ey şefî’î zenb û ’îsyan řeḧmetî bo ’ařesat

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 3 Xulek  1010 Dîtin
ey şefî’î zenb û ’îsyan řeḧmetî bo ’ařesat
her le ewweł ta be axir ba’îsî bo mumkînat
her le řojî ewwełînî, padşay mekke û medînî
merhemî cerḧ û birînî, seydî fexrî ka’înat
seydî fexrî ka’înatî, eweł to bûy axir hatî
řoşnî ser řûy bîsatî, hîway bo řojî ’ařesat
hîway řojî tund û tałî, be şewket û xoş cemałî
nûrî sun’î layezalî, quř’anit bo hat be xełat
quř’anit bo hat be kerem, turk û tat û řom ’ecem
dunya seraser zor û kem, serpakî kewtine xakî pat
pak lejêr pêtda kujawin, şêx û şab û pîr û lawin
pak be ’îşqî to sûtawin, saḧîbî keşif û keřamat
saḧîbî ’eqił û şi’ûrî, be zahîr dełêy bilûrî
be batîn parçêk le nûrî, ey şafî’î řojî memat
şafî’î řojî axretê, xułqaw le nûrî qudretê
şifaxwazî bo emmetê, serdarî kullî mexlûqat
bo mexlûqat to serdarî, şîwen û giryan û zarî
hîç kes nîye ẍeyrez barî, meger ew řeḧmê bikat
řeḧmêkim pê bikey xudêye, mela û cahîl û feqêye
her kes defterî xoy pêye, meger ew řeḧmêk bikat
çim be ser hat le dunyaye, ewî çandim le mezraye
her çend dekem weko naye, řebbî toy saḧîb deselat
řebbî zû bêy be feryadim, xot bipirsî ’erz û dadim
beşqim ḧasił bê miradim, becarêkî bimdey necat
becarêk necatim nabê, le řojî yum alḧisabErebîê
xêr û şeř serbeser nabê, namênê meylî birat
çon demênê meylî babit, leber mîzan û ḧîsabit
le dehşet û le ’ezabit, diłyan ẍemgîne mexlûqat
mexlûqat diłyan ẍemgîne, agirî dozex betîne
kwa miḧemmed şay medîne, bê ’îlacêkman bikat
’îlacman nakirê bew ḧałe, ew diłey piř le xeyałe
dayîm piř le ahe û nałe, bote teyrêkî bê qinyat
teyrêkî bê peř û bałim, ten sûtawe wek zuxałim
ew demey xoş bê be ḧałim, têr bikem min seyrî bałat
seyrî bałat ke meftûle, be îsimit qesem řesûle
be segî xotim ke qebûłe, bo pasewanî dergat
min pasewanî dergatim, ta le dinya bê ḧeyatim
muntezîrî xakî patim, çun metłebim ḧasił dekat
lêy debê ḧasił mirade, her çî kirdim le dunyada
zeřeyek nef’im bo nada, ’umrî dirêjim çû be bad
çû be ba ’umrî dirazim, her etoy qest û nyazim
metłebêkit lê dexwazim, qetreyek awî ḧeyat
pêm ’eta ke nûrî çawe, can fîdat bê cîsim û nawe
«eḧmedî korNasnava edebî» bot sûtawe, arezûye xakî pat