şay ẍezalan, şox û şengan, kird xedengan řast û çep

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 2 Xulek  899 Dîtin
şay ẍezalan, şox û şengan, kird xedengan řast û çep
dił çu sengan, xû piłengan, day le qelbim řast û çep
day le qelbî min ḧezîne, çend xedengî ser be xwîne
ew le min kird çend birîne, xwên bexuř dê řast û çep
xwên le min dê bê qerare, way le xom bedşûm sitare
řobnîşin herçî yare, bom bigryen řast û çep
bom bigryen zor becoşe, pêm nemawe ’eqił û hoşe
marî řeş yekser xiroşe, ’eqreban girt řast û çep
mar û ’eqreb kird hicûme, ey le xom bedbext û şûme
hêndeyan şîr lê desûme, dêne cengim řast û çep
dêne cengim çend hezare, hîndî û řom û tetare
tîr le qewsî wan debare, cût be cût dên řast û çep
cût be cût wa dên xedenge, řojî řûnim lê bû tenge
desteyî hînd û feřenge, sef be sef dên řast û çep
wa beşîddet dêne xwarê, destî min damanî yarê
xwên le çawanim debarê, co be co dên řast û çep
co be co ser kird le daman, fîrqetî bê ḧedid û saman
ez denałim subiḧ û şaman, sîne daẍim řast û çep
sîne daẍ û derdinakim, min le dûy lutifit hîlakim
řuḧ û canî xom fîda kem, jêrî ne’ilit řast û çep
jêrî ne’ilit kuḧlî çawim, kûreyî piř coş û tawim
şîbhî perwane sûtawim, dême gerdiş řast û çep
dême gerdiş mîslî bade, dił leboye namrade
ax le dest cûtêk celade, tîẍ be destin řast û çep
tîẍ be destin, mey firoşin, bo hîlakî can becoşin
’aşiqanit xwên denoşin, cur’e cur’e řast û çep
sût derûnim wek zuxałî, kewtime beḧrî ah û nałî
napirsî carêk le ḧałî ’aşiqanit řast û çep
eḧmedî korNasnava edebîy ḧezîne, dił leser sîdiq û yeqîne
yarî xot ḧazir bibîne, dûr û nezdîk řast û çep