ta be meḧşer her debêjim ey seła le minî ẍerîb
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
3 Xulek
1300 Dîtin
ta be meḧşer her debêjim ey seła le minî ẍerîb
fanî bû ’umrî dirêjim nemdî řûy şoxî ḧebîb
nemdî têr dîdarî yaran, çaw be xwên çun seylî baran
bûm be sermayey ceẍaran, lêm biřa sebir û şekîb
lêm biřa sebir û sikûne, kirdimî ḧesřet zebûne
can û dił ẍerqabî xûne, dił kebabim bo tebîb
kwa tebîbî mîhreban bê, merhemî derdî diłan bê
yekdił û qelb û ziban bê, nek be zar û dił qelîb
nek be zar û dił diro bê, mom ziban û tundixû bê
her çî dîtî dił le dû bê, her demey bo yek nesîb
her demey bo yek be daẍ bê, çun suheylan ’ezmî daẍ bê
dum xurûs û dił ço zaẍ bê, piř fisûn, mekir û ferîb
piř fisûn û mekir û fêł bê, gumřehî şeytan û wêł bê
ta biłêy sed çend zelîl bê, nezdî nadanî lebîb
nezdî nadan ’ebdî çak bê, dił be fî’lî bed hîlak bê
zahîren saḧîb sîwak bê, bednejad û řeng necîb
bed nejad û şikił xas bê, şeř me’al û bê esas bê
xoş xurak û xoş lîbas bê, neẍmexwan çun ’endelîb
’endelîbî neẍmebêj bê, cengicû û xwênřêj bê
agirî ’alem birêj bê, wa leser mînber xetîb
wa’îzî mînberinşîn bê, sofîy napak dîn bê
mufsîdî ser řûy zemîn bê, çunke bo ’ebdan munîb?
zahîren sofî ḧîsab bê, batînen dił piř ẍurab bê
çerx dem wek asyab bê, qelbî «fîy şekٍّ murîyb»
qelbî «fîy şekٍّ» merîz bê, me’înî derdî ’ezîz bê
ḧał hîlak wek îblîs bê, na’umêd bê ya mucîb
qelbî «fîy şekٍّ» be dîn bê, miftîy ser řûy zemîn bê
ḧał hîlak şeytan le’în bê, na’umêd bê ya mucîb?
cîfeyî dinyay le dił bê, xerqeyî ta’et le mil bê
zahîren baẍî be guł bê, batîn ateş piř lehîb
ateşî piřtab û dûd bê, piř hewa û nefis û cûd bê
me’yûsî lutfî wedûd bê, na’umêd û diłxesîb
na’umêd řojî ḧîsab bê, muddeyî çend der ’ezab bê
batînen gerçî xerab bê, zahîren «hil min qirîb»
dił deka pêy î’tîbare, çî nezanê wechî kare
lêy řeha nabê çi care, boy şeqîm nefsî telîb
boy şeqîm ba nefis û cane, dem’ û firmêskim řewane
ey diłî naşî bizane, çend kesî kirdin nesîb
her kesî ew ḧał tełeb bû, piř temaḧ û xuşkileb bû
ber demî şîbhî ’eteb bû, ’aqîbet narî nesîb
«eḧmedî korNasnava edebî» hîç nezanî, ’almî dewr û zemanî
dat be ba ’umrî cewanî, kes neka şerḧî qerîb