ḧesret û endûhî canan emnî sûtand řoj û şeb

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 4 Xulek  1014 Dîtin
ḧesret û endûhî canan emnî sûtand řoj û şeb
bûm be cêy ah û fuẍanan, fîrqetî yare sebeb
fîrqetî min koy zuxał kird, ’eyş û şadî lêm betał kird
min lewî bosem swał kird, ew le min řuḧ kird tełeb
ew le min deyxiwast řûḧe, ẍem le min tofanî nûḧe
diłberim saḧîb fitûḧe, az xilayq mintixbFarsî
muntexeb az çind hizarîFarsî sî û dû duřřî tucařî
şekir û qendî lê debarî, mezherî abî ’îneb
mezherî kasey şeřabe, çî debê carêk be xwabe
řût bibînim bê ḧîcabe, diłberî ’alî neseb
diłberî mesken ’ulaye, şems mezher, nûr lîqaye
min lebo tom dił wehaye, wa risîdih can bih libFarsî
hatuçoy řuḧî řewanim, meḧremî sîřřî nehanim
qatłî erwaḧ û canim, leylekey şîrîn leqeb
leylekey şîrîn cemałe, xoşewîstî zulcelale
no felek jêrî nî’ale, saḧêbî şerim û edeb
saḧîbî şerim û wîqare, ew deway qelbî bîmare
her kesê toy girt be yare, feyzyabî lutfî řeb
finfihim mîn lutfîErebî ekber, nîn wekû tu şox û diłber
bot bedaxin takû meḧşer, hîndî û řom û ’eřeb
bot bedaxin, hînd û řome, ey le xom bedbext û şûme
ger nezer ka yar lebo me, bom debê cennet weceb
bom debê cennet meqame, xoş debêtin cerḧ û zame
dîtnî canan subiḧ û şame, xeyrٌ mîn sewmî alreّcebErebî
ez heme sewm û sełatan, azFarsî cemî’î mefřûzatan
mîslî wî le şeş cîhatan, nîn le şam herta ḧełeb
qewmî îslam û kufare, ḧewt îqlîm çwar kenare
bin be fîday zulfî yare, ẍeyrî wî řenc û ’eteb
hîç û leẍwe herçî gence, piř meşeqqet, te’b û řence
meclîsî yar çeng û sence, saz û def, şûr û tereb
meclîsî yar çeng û saze, xoş nîşat û keyf û řaze
yar be ’îşwe û ẍemz û naze, bê hewa û kîne û ẍezeb
bê hewa û buẍiz û qîne, serwerî řûyî zemîne
menbe’î sîdiq û yeqîne, çû bo mî’racê be şeb
padşay mî’rac me’abe, meḧremî sîřřî nîqabe
’arîcî ’erşî cenabe, ten le şewqî bû qeseb
ten le şewqî şîbhî ney bê, dił be nałe û ay û wey bê
întîzarim camî mey bê, qed tubey lîmen şerebErebî
bê meşeqqet pêm ’eta ke, dił le bendî ẍem řeha ke
takû ḧeq bê dił fena ke, dił be to mayîl řeẍeb
dił be ’îşqî to melûle, twêy zibanim ’erz û tûle
’aşiqanî zîy ali’qulErebîe, mat û ḧeyranin, ’eceb
mat û medhoş û zelîln, destigîrim toy kefîln
ẍeyrî to kes nîn delîln, duřfişan û qendileb
leb mîsalî camî bade, xusrewî şîrîn nejade
kanî meqsûd û mirade, bot desûtêm wek ḧuteb
bot desûtêm şîbhî dare, dił le ’îşqit pare pare
yar heta hey berqerare «xeyru mîn»Erebî kar û kesebFarsî
xêr lebo min îdî nabê, wa le dest ew çaw ’uqabê
xwênî dił şûşey şeřabê, xwardinim zatî řuteb
xwardinim zatî guławe, sebir û hoşim lê biřawe
awrî dił wa betawe, řojê sed mewt az ’eqebFarsî
řoj nîye sed mewt nebînim, dił be sed derd û birînim
xakî pay ew nûr cebînim, şîbhî xaşak û xeşeb
şîbhî xaşak û ẍubarim, mîslî xak bê î’tîbarim
çaweřêy pabosî yarim, diłberim bîka weheb
eḧmedî korNasnava edebîy feqîre, derd û ẍem zor destigîre
dił be qeydî yar esîre, saḧîbî pûş û ḧeteb