le cewabî kaẍezî (’elî meḧmûd kake xan dizeyî) ew wexte le şîwaşok bûm

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  593 Dîtin
ey ’erîze to ke geyye gird mela
wa bizane çûye qubbey kerbela
her beřastî to ke herçend wek gułî
muftexîr be deçîye berdestî ’elî
to wekîl be bo selam û bo peyam
zor be merdane û silûk û întîzam
pêy biłê muxlîs be toye mistefa
boye nûsî em ’erîzey ba sefa
em mesafe he le şîwaşokewe
ta be berd û dar û hem dandokewe
bibne katib gerbinûsin mîhterî
dyare zyatir to lewane serwerî
min ke perwanem etoş wek meş’elî
tê bige min mistefam û to ’elî
fîlḧeqîqet to ke aẍay serewerî
min semîmî fexrî ’alem to semîy ḧeyderî
pêt biłêm cana çilone întîzar
fîlme sel emnim nexoş û toş henar
to le burcî dîqqeta wek exterî
bo birînî derdî ’asîNasnava edebî duxterî