le cewabî selam û du’a le layen mela ’ebdulmecîd xetîb û mudeřîsî mizgewtî ’usman le şeqławe wi’ewaney nawyan birawe

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  625 Dîtin
aferîn bo nûḧî nezmim çon be xende û pêkenîn
em sefîney piř le îxlas wageyande sersefîn
’erzî îxlas û selamim hełbiřêjê bê ’edîd
çende mîlyar û kilûr bê bo mela ’ebdulmecîd
destekanî maç dekem min zor be fexir û şadman
ḧemdulîlla ême başîn ey buzirgî mîhreban
min le xwam dawaye êweş her berew başî biřon
da’îma bê derd û ẍem bin ta le dunyada deřon
zor be ’îzzet biçne qyamet nek be tirs û lerzewe
werbigîrên zor be ḧurmet hem be payey berzewe
piř be ḧewş û jûrî mizgewt ’erzî îxlas û selam
’erzî ’usman beg dekem min hem du’a û îḧtiram
ew bînayey lê qibuł bê bo qyamet bête řêy
gułşenî cennet le ’uqba boy bibête ferş û cêy
zor selamî piř meḧebbet bo řeşîd aẍam henard
bo penadanî musîbet wa be lutfî xwam sipard
bêyne ser beḧsî xusûsî ye’nî tîpî talîban
destî giştyan maç dekem min gewre û hem giçkekan
řojî pênc car bo muwezzîn ser sefîney piř selam
sed hezar milyar selawat direḧeqî xyerul’enam
’asîNasnava edebî ’asêye sefîn û tûşî hewrazî nebî
fêrî buxtan û diro û hem řyabazî nebî