texmîsî ẍezelî şêx enwerim kirduwe le hewlêrewe nardibûy le babet ayetî (lin tiranî) û (qab qusîn)

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 4 Xulek  865 Dîtin
seyrî dû ayet bifermûn çon terazûy ḧurmetin
derḧeqî dû zate hatûn her dû ehlî ’îzzetin
ye’nî mûsa û miḧemmed fexrî cumley ummetin
lin tiranîErebî û qab qusînErebîy kewa dû ayetin
bo cewabî piř me’anî herdûyan bê ẍayetin
ḧezretî mûsa bedîtin fîkirekey ma’îl buwe
lin tiranîErebî bo cewabî sa’eten nazîl buwe
qab qusînErebî bo miḧemmed řutbeyî fazîl buwe
lin tiranîErebî derḧeqî mûsay kelîmî fermuwe
qab qusînErebîyiş lebo fexrî řîsalet hatuwe
ger beřastî řû le ḧeq keyn ta le řêga lenedîn
berd û darîş têgeyştûn gwê le munkîr ba nekeyn
ferqî me’nay her dû ayet ba be kêşaney bikeyn
ger be wirdî tê bifkirîn sî’rî herdûkyan bikeyn
qedrî taha û qîmetî mûsa be çakî têdegeyn
aşkiray kirduwe be carê ayetanî mu’teber
şek le dîtnida nemawe lay diłatî bê keder
derḧeqî fexrul’ename xwa le qur’an day xeber
ew be nesî ayetî piř nûrî mazaẍ albisirErebî
pirtewî nûrî tecellay bê teref hate nezer
tê bige ey ehlî îman bot beyan kem cilweyê
ḧezretî mûsa le hoş çû çen deqîqe û leḧzeyê
wek ke dîtî kêwî sûtand kewte tirs û lerzeyê
em wext bû çawî biřjê nûrekey dît zerřeyê
zor nemabû giř bisênê û tya bisûtê û derneyê
ḧezretî zatî miḧemmed mwek le řefref serkewt
’erşî xwabuwe ferşî berpêy wim dînîşî berkewt
řu’yetulla buwe xełatî xałemêşî derkewt
ew le katêka le payey ’erşî e’la serkewt
hînd biłind bû pirtewî nûrî xuday lê derkewt
kêwî tûre bo munacat întîxabî kirduwe
ye’nî bo mûsa kelîme ḧurmetêkî girtuwe
dengî bê řeng û ḧurûfe întîsabî kirduwe
em le kêwî tûr legeł mûsa xîşabî kirduwe
nek be dîtin her be bîstin gwêy lebo řagirtuwe
dîtnî ḧeq bo miḧemmed ’eqłe biřway kirduwe
fîkirî çend kes wa le tefsîr dyare efşay kirduwe
tê negeywe her kesêkî ew ke ḧaşay kirduwe
em be dîtin piř be çawî ser temaşay kirduwe
hênde lêy nêzîk buwe nûrî cemalî dîtuwe
mediḧ û fezlî fexrî ’alem qet be giftar nakirê
sedyekî bîlla be hîç kes zebit û îqrar nakirê
cibre’îl fermûy ke cêy to qet be eẍyar nadrê
qab qusîn aw adnîErebî řaste înkar nakirê
ẍeyrî pêẍember çe kes ew mertebey pê nadrê
mu’cîzey mûsay kelîm û eḧmedî xeyrulbeşer
aşkiran wek řojî řunak bê guman û bê xeter
têbfikirin ferqî çende bîxene meddî nezer
xo yedî beyza legeł î’cazî wenşeqelqemer
mu’cîzey mûsa ewîtir mu’cîzey fexrulbeşer
serfî dîqqet ba bifermûn ’almî zanay îns û can
bîxene berçerxî teḧqîq ehlî ’ilîm û ’arfan
ba kesanî me’newîş bên bo mesaḧey fezlî wan
herdûyan dûrin le yektir beynî erz û asman
nessî ayet şahîde tefsîr kirawe bêguman
nardirawî zatî ḧeqqin her dûzatî mu’teber
bo řîsalat û nubuwet herdûlayan behrewer
kafîye řutbey muḧemmed tacî xetmî kirde ser
lin tiranîErebî û qab qusînErebîy be kurtî û muxteser
baş derî xist qedrî mûsa û qîmetî xeyrulbeşer
bo hemû nezmî řewanit kake enwerErebî ’afîye
şî’rekanit bo ewaney diłnexoşin şafîye
bê edeb derçûm bibûre çunke şuhrem ’asîNasnava edebî ye
ayetî pîrozî mazaẍ albisirErebî xo kafîye
sûretî esra bibîne enwer çend wafîye