texmîsî ’asî leser ẍezelî seyd eḧmedî muleqqeb be ḧusênî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  685 Dîtin
bote dawî êşî cergit fursete ’asîNasnava edebî were
wa tebîbî derdî batîn îmřo bo xoy duxtere
ḧałî xotî bo beyan ke pêy biłê bew kîşwere
wa be ẍemzey cergî piř xwên kirdûm em diłbere
nûkî mijganî lebo dił pare kirdin xencere
seddî kirduwe řêy wîsałî diłřefênî mesteçem
xwardinewem xwênawî merge xwardinîşim bote ẍem
min serim dernaçî yaran řû le qapî kê bikem
tîrî ẍemzey hend be tawbom dê le dûyek dem be dem
seyrî sînem ken le herla kun kune wek pencere
to le gułzarî cemalî ’asîNasnava edebî seyrî çî dekey
yadî wextî newcewanî û serdemî gencî dekey
boye sikkey şahî ḧusnî da’îma terwîcekey
bo musexxer kirdinî dił perçem û egrîcekey
hêrşî hêna dełêy tabûr û tîpî ’eskere
mubtelay derdî fîraqî diłberî şîrîn ziban
êş û nêşî hende zore cerg û dił hatote jan
agirê berbuwe derûnim her desûtê bê wiçan
dûkełî ahim deçîtin dem be dem bo asman
agirî dił zor be tawe sîne ’eynî mecmere
xew le çawim nakewîtin bew şewî dûr û dirêj
eşkî ḧesret hełdeřêjê da’îma wek aweřêj
min le seḧray derdî dûrî hełdesûřêm gêj û wêj
wa le deryay ’îşqya keştî wicûdim kewte gêj
dił lenaw emwacî em beḧre mîsalî lengere
hende bê lutfe legeł min meylî bo wesłî nîye
çaw degrye çareyek bo eşkî wek seylî nîye
pêm dełê ew herzegoye hîmmetî qewłî nîye
hende meẍrûre be lay min mutleqa meylî nîye
min feqîr û bêkesim ew padşah û serwere
min ke ’asîNasnava edebî m ḧemdulîlla pak nyaz û xoş diłim
@wa lenaw baẍatî nezma bulbulêkî serçiłim
hem le sayey şî’rekanim xawenî çepke gułim
ey (ḧusênî) qet meprisye maceray derdî diłim
ger be ejmarî binûsî sed hezaran deftere