texmîsî ẍezelî wefayî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  883 Dîtin
yaran çe ’eceb dewrî qemer wek şewî tare
wamewsîmî gułzar û guł û geştî mezare
wextî heresî bulbule wa bextî be kare
řojî tereb û fesłî guł û řûyî behare
yaran gułekem kwa ke demî bos û kenare
neş’êke le cilwey řuxî to ḧusnî zulêxa
şeyda sîfetî ’îşweyî ton wamîq û ’ezra
wa řewneqî bexşîwe be guł qametî ře’na
guł nare bedem sûretî ẍîlman qedî tûba
goşey çemen û řûy guł wipayî çinare
zahîyde eger werbigeřê qet meke lomey
tawis nîye neqşî çi le řast gułgułî suxmey
wek zulmete dunya ke le daxsitinî dugmey
binwaře lenaw ḧełqeyî zułfî serî kułmey
dû řojî direxşane lenaw dûşewî tare
deřwa le diłim xesrwey şîrînî çelengim
bê bake lemin ew ke dełêy qewmî feřengim
bertîrî mujey dawe diłim diłberî şengim
boçî negrîm kuşteyî sed ẍemze xedengim
min êk û nîzamî ḧebeşî zade hezare
memkuje be em derdewe herřidem be newayê
pêwend meke em bendeye herdem be hewayê
fitwa mede bo kuştinî herdem be xetayê
bew zułf û muje memkuje herdem be cefabê
carêk le tenafim mede carêk le qinare
teşbîh biken ew qametî to be ḧenesehûn
şeydayî eto kebkî xeraman û tezeřûn
ser’asîme lew qamete sed ’er’er û serûn
zułf û řux û pustanî qedî newberî serûn
ew ’etre bezahîr guł û narinc û enare
bo wesłî cemalî tuwe lem mîḧnete ałam
mecnûnim û ser’asîme û kuşteyî leylam
lew gułşene ’aşîq be guł û sunbul û lalam
bew qamete ře’naye şikofey qed û bałam
qed narewen û baẍî gułan baẍî enare
herdem be temay řewneqî sunbul ke denałê
wek bulbulî şeyda be heway guł ke denałê
lomey meke ’asîNasnava edebî be hemû dem ke denałê
her leḧze wefayî wekû bulbul ke denałê
kes men’î neka ’aşiqî gułzarî behare