texmîsî ẍezelî eḧmed ajgeyî le medḧî cenabî mela miḧemmed celîzade

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 4 Xulek  616 Dîtin
bibîne mezherî ḧîkmet le ’ersey dîqqeta sware
le berqî tîjî fîkirî ew mesa’îl cumle wa dyare
sefayî sîneyî şerḧî meqamî siřřu’esrare
le te’qîbî ḧeqîqetda kesê danayî esrare
le naḧeq la be ḧeq mulḧeq ḧeqayq bîn û bêdare
temaşay lewḧî qelbî ken bîḧemdîlla ke meşẍûfe
legeł esrarî qur’anî be da’îm fikirî me’lûfe
bîḧemdîlla le eflaka weha me’rûf û mewsûfe
lewaqîfda ke tewqîfe be weqfî weqfe merqûfe
qefayî qîf qîfî qafî be qafî quwe dewware
bebê cuhd û meşeqqet bû wisûłî ’îlmî me’mûlî
ewa sebte xetî qudret lenaw dîwanî meqbûlî
mutehher tahîr û ether le jeng û tozî meşẍûlîy
be cuhdî ḧasîl û teḧsîl û îstîḧsalî meḧsûlî
ḧusûlî ḧewseley ḧasîl be eslî maḧesel dyare
le yumnî meqdemî ewda zemîn ḧeqyeke minnet ka
beser asmanî heftemda ewîş îqrarî ’îzzet ka
çe cîgay ḧîrete zahîd ke kesbî ’eqił û hîmmet ka
mudeqqîq ba le darulîfkirî deqûlbabî dîqqet ka
be tedqîqî deqayq deq dezanê koye em şare
xezêney ’îlme xosîney huweydaye mufîdatî
lebeḧrî ’îlmî wa dyare wekû gewher kelîmatî
direxşanî leber me’na xutûtî ser seḧîfatî
defîney neqde neqdîney neqîdatî neqzatî
mela mewsûmî mersûme leser řêy fexrî muxtare
le me’nada kelamî ew hemû teltîf û hem mîlqe
yeqîne peyřewî qewlî becarê mûcîbî ’îtqe
be quwey ’îlmî farûqe muqîtî batîl û fîsqe
be tesdîqatî siddîqî sedaqet mesdeqî sîdqe
xetîbî xutbe xîtabî xetîbî emrî ẍeffare
çuwe naw beḧrî ’îlim û duřřî me’nay derênawe
heywilay fîkirî xodyare îḧatey ’îlmî wadawe
sîracî mezhebî îslam celîzade ewamawe
le zînûreynewe nûrî ḧeyya çawey ewa mawe
çiray mecmû’î cem’ane cema’et neqşî peřgare
lew likey mîlletî îslam qibûłyan kird be mexdûmî
îmamî ehlî ’îlme ew hemû řazîn be me’mûmî
le fehmî carîye řemzî hemû ’îlmêk be menzûmî
le ’îlmî ḧezretî ’elye wîlayatî le me’lûmî
şeray’ şarî’ û meşrû’ şirû’î řuzî îzhare
îlahî em celîzade diłî dûr bê le gerdî ẍem
teleb dekirê tesîḧey ḧeq be me’lûmî ewêsta lem
qirarî ḧeqqî herçarî le fehmî bûn ewêsta cem
e’îmmey erbe’e heryek leser řub’î ewêsta em
welî ’ehdî hemûyane miḧemmed yarî herçare
le gerdûnî ḧeqîqetda wekû kew merkebî řanî
xeyałatî mufîd û hem funûnî mezhebî zanî
cuday ḧeqqî le batîl kird mefad û metłebî zanî
le kokokon wekû kone kewakîb mewkîbî zanî
be tûlî ’umrî ’emruzeyd şukir giftarî exbare
ḧeta asman le dewra bê îlahî her ’elamet bê
le tarîkî şewî cehla çiray def’î zelamet bê
muqewwî dînî îslam û şehî ehlî ’emamet bê
îlahî ta le dunya zeyd û ’emrî bê selamet bê
eya mes’ûdî îbin wilḧac ke bo disin merce’î kare
îlahî ’efu fermû to ke ême ehlî îmanîn
leser we’dey ḧeqî xote be hîway ḧûr û ẍîlmanîn
hezar ’asîNasnava edebî wekû min bê le sayey řeḧmî řeḧmanîn
be ḧukmî ’îlim û ḧîlmî sebir û şukirî ew muslimanîn
we’îlla cahîlî wek aşgeyî gumraye bêçare