texmîsî ẍezelî wefayî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  704 Dîtin
ey quwetî nutqit hemû teblîẍ û belaẍe
ey şewqî dû çehret ne muşabîh be çiraẍe
ey sêwî dukułimit nemnasb be meraẍe
ey pirtewî ḧusinit hemerengî gułebaẍe
neş’e winezerit şewqî dił û zewqî demaẍe
ḧubbit le diłim sabîte meřwane wicûdim
bo řutbeyî xasanî derit nîme wicûdim
bew lutfe ke kirdit heme dem wa le sicûdim
esma û sîfatit be tecellî le wicudim
şew bû ke to hatî le minit kirduwe çiraẍe
wek hate temaşam û ke hestî elemî kird
der leḧze be sed neş’e ke sewqî ḧeremî kird
nebzî diłî wa girtim û fîkirî weremî kird
çend neşterî ẍemzey le diłim da û derî kird
qanûnî ḧekîmane bipirsîn le nesaẍe
wek hatîye naw dił diłe sûtawe le tawit
’alem hemû ḧeyrane û pabeste be dawit
bo řûy cîhan kafye yek neş’e le çawit
to hatîye gułşen leber em zułfî biławit
zor pê neçû řoyî le çemen lale le daẍe
tesdîqe ke ’alem hemû ḧeyrane le řazit
meḧmûde le ẍezneynî cîhan mulkî ḧîcazit
çendixoşe ke dyar bim le nezer lutfî eyazit
zułifit be henasem ke neya sîneyî bazit
zistane gułistane û pabesteyî zaẍe
řeḧmî bike bem xeste û biřwane gułî min
wek bulbulî piř zare denałênî diłî min
bo lutfî etoye ke sefa xwahe diłî min
lem řaste ke bazaře çe naden be diłî min
her merḧemetî toye xerîdarî eyaẍe
dû le’lî duř’efşanî lenaw dû sefî zułfe
teşbîhî bikey bedre neqanûne ne’urfe
cilwey nezerî toye le řoja buwe tuḧfe
em kułme ke arayşe sed da’îre zułfe
guł şewqî be şew dawe çiraxane le baẍe
şêwaw û zebûnim bê mey û mutrîb û saqî
bê hoş û cinûnim were ey ulfetî baqî
bê ’eqił û finunim werin ey mutrîb wisaqî
sûtawe derûnnim werin ey mutrîb û saqî
bom lêde le tembûre û bom piř ke eyaẍe
’asîNasnava edebî çîye talîb beney û zewq û sefayî
wa ḧazre bacgir le derî ’umrî fenayî
lem xane řewace ke dełên řûḧ be hewayî
çarey nîye dêwaneyî řûy toye wefayîNava taybet
sed def’e eger bîbene ser pîr û wicaẍe