muḧemmed îbnî ’ebdulla îmamî ke’betulla bê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  706 Dîtin
muḧemmed îbnî ’ebdulla îmamî ke’betulla bê
le dunya ḧakmî ferd û le qyamet da şehnişa bê
kesê bê ḧukmî şîrî ew be ’alem gerdenî keç ka
kesê bê gerdî ne’leynî ke duřřî tacî ’îsa bê
kesê bê ḧezretî adem ke fexrî pê bika da’îm
kesê bêtin le meḧşerda lîwayî ḧemdî ała bê
kesê bê cennetul’e’la be bonî ew mu’etter bê
kesê bê muhrî serşanî yedî beyzayî mûsa bê
le derḧeq ew kese çi biłêm teqeddum lew neka cibrîl
meqamî de’wetî zatî le bałay ’erşî e’la bê
tuxwa pêẍemberêk bêtin be qamk mangî dûlet ka
îtir çe biłêm lewey zyatir kesê bem new’e bała bê
kesê bê nûrî dînî ew le dinyada pexiş bû bê
kesê bê ’ebdî derganey le ’îzzet da şehnişa bê
kesêk bê řojî qyamet hat şefa’e tixiwahî ’asîNasnava edebî
wehem xetmî nubuwet ka le qur’an nawî taha bê
kesêk bê asman tey ka be yek leḧze şewî îsra
bigate qabe qewseyn û le saḧey deştî edna bê
muslimanan merencênin diłî pêẍemberî xotan
kesêk bêtin îta’ey ew îta’ey zatî mewla bê
le zumrey ummetî tome dexalet yaresûlella
çilon ’asîNasnava edebî le qyametda řezîl û řût û řiswa bê