ew dawe ke datnawe eger bêt û wehabê

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  672 Dîtin
ew dawe ke datnawe eger bêt û wehabê
ew meḧkeme ba ’a’îdî dîwanî xuda bê
fîkirê bike lew derde ke to date diłî min
zor ḧeyfe sedaqet be ẍeş û řû û řya bê
wa dyare kemin musteḧeqim boye wehat kird
wa başe cezay ehlî wefa cewrucefa bê
em derde le diłmaye heta řojî qyamet
wek fexrî řîsalet le ḧizûr zatî xuda bê
min ẍeyrî xuda nîme îtir pişt û penahê
toş kake ḧemet quwet û hem pişt û pena bê
dawame le eltafî xudawendî te’ala
tamawe sebebkarî birîndarî qeza bê
herçende ke ’asîNasnava edebîm le mewlaye temennam
endamî mu’înit hedefî tîrî beła bê