qewmî kurdî řû le xwa ken pîr û genc û tazelaw

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  909 Dîtin
qewmî kurdî řû le xwa ken pîr û genc û tazelaw
hate dî awatî diłtan paşî no sałî tewaw
pyawî ça bin řû le dîn ken xway le xo řazî biken
dîn û dunyatan debêtin paye dar wi’ berz naw
bibne yek parçe dexîle terkî ken em tefreqe
ger hemûtan yekdigîr bin hêzî dînîş bête naw
kê heye bot bête meydan xoy leber to řagrê
dest be cê řûḧî nekêşin neykene pořî xuraw
ger xudatan piştîwan bê řû le řûy dujmin biken
ẍîretî şêranî kurdî ’alemîş dîtî be çaw
bêne berçaw ḧałî pêşût çend hezar sałe eto
her esîrî ecnebî bûy řût û qût û beş xwar