bo amojgarî

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 4 Xulek  681 Dîtin
besye ey kurdî beẍîret bibne yek dił debne pyaw
řûkene adabî dînî şêrî mest bin řojî řaw
wek leser kêwî şîmala řojî awtit hełat
şemşekwêre bizir bû zû leber tawî hetaw
têbfikirin êwe îmřo çon serokêktan heye
nawî berzanî delîle yekkemîn baze le řaw
xadîmî dînî mubîne pêşřewêke ḧeqperist
çunke nawî mistefaye çende berz û lêweşaw
bazî xoş perwazî kurd bin bê ferq gewre û biçûk
kunde boy bedgo lenawtan bîxene zindan û daw
eslîḧey dîntan zyad ken deçne serkursî şeref
sengerîştan îttîfaq bê û zor be merdî biçne naw
hêzî ême her bedîne řûkene fermanî xwa
qet neken piştan le dîn ken takû nebne pişt şikaw
bê mibalatî be dîne kewtine dway bêganekan
lê deden zořnay belaşî bew demaẍî natewaw
dîn çiray řêgay necate toş bedway nefis û hewa
ger bikewye şwên ewane maye pûçî beş biřaw
lêweşawey ew ’ezabeyn çunke piştiman kirde dîn
zehrî nakokîş be carê bogenî kirduwe henaw
sed dexîl wiryabe dînit ba le destit derneçê
nefis û şeytan wa le dûtin çeşnî tûley fêre řaw
ḧukmî qur’antan be cê hêşt kewtine şwên qanûnî şûm
quřbeser ’eqłî nefamtan bûne qewmî baş nemaw
pyawî ça bin ême kurdîn xadîmî dînî mubîn
řûkene eḧkamî şer’î na bine îslam her benaw
sed esef bo êwe yaran zenbeley dîntan pisand
katjimêrî dił be carê kewte dest şeytan tewaw
bûne çend ḧizbî nefam û dujminî yektir hemû
terkî nwêj û terkî řojû wa le nawtan bote baw
bew xudayey bê şerîke û toy peya kirduwe le hîç
takû demirin gewre nabin tawehabin nabne pyaw
fîkirî nakokî fiřê den bibne yek parçey metîn
zû lenaw çałî cehalet werne der wek şêr betaw
řêk û pêk bin ger le guł yek textî cemşîdtan heye
tacî keykawis leser ken çeşnî qełẍan û keław
debne xesrew yek be yektan nîştimantan şîrne
mêşkî wird ken çeşnî ferhad her kesêkî bête naw
kêwî elburzin be ẍîret êwe bo kes nanewn
daxekem dîlî nîfaqin sûk wipûk û pet kaw
destî min damênî êwe besyetî hoştan hebê
waz le tařêkî bihênin bibne qewmêkî benaw
emrîka û îngilîz û yonan hem ferensa û řûsya
dujminî dîn û wetentin ey xewałûy hoş nemaw
’eybe bo bêgane da’îm bûne çaweş kurdekan
řû le şer’î mistefa ken ger gerekte bibne pyaw
çunke bê mayen le neqdî îttîfaq ey çawî min
da’îma bê sam û şewket maye pûç û tê şikaw
mes’eley řêkî winîfaqtan bênne pêş çaw tê bigen
qet wekû êkin le lezzet çêştî tirxêne û peław
çake baştir bot beyan kem takû baştir tê bigey
ferqî befraw çende zore ew legeł awî geřaw
beste em pende ’ezîzim fîkirî lê biken zor bedił
ger şi’ûrtan têk neçû bê debne şêrî taze saw
nawî êweş wek sikender her demênê ta ebed
hem le pêş ye’cûcî naḧez debne seddî dařjaw
hêzî dîntan ger legeł bê debne yekkem namewer
herwekû şahî fereydûn debne saḧîb text û naw
wa çenem şil bû legełtan daxekem sûdî nebû
bê demaẍî bote destûr lêk be daxin dił betaw
ḧałî êwe min debînim çit beser dê kakî kurd
lêde tepłî bed řewştî takû demrî nabye pyaw
’asîNasnava edebî her hêndey le dest dê dersî řastan pê biłê
pyawî baş bin tê bikoşin ’eybe sistî û xawexaw