hewam bałatre îmřo le çerxî ’eqreb û perwîn

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  802 Dîtin
hewam bałatre îmřo le çerxî ’eqreb û perwîn
sefam řûnaktire qurban le qelbî zahîdî xudbîn
bexzimetkarî řanagirim nekeykawis ne keyqubbad
ẍułamêkim ewa kewtûm le dergey şêx ’ela’eddîn
be ’ebdî nakiřim îmřo emin teymûr û behmen şa
be řêwî nakiřim şêr û be ’enqa namewê şahîn
be şwanî namewê yaran dûsed şazadeyî salar
be gawanî çe ’ed nakem newek řostem newek řûbîn
be cutyarî ḧîsab nakem be hîç dem şahî efrasyab
be qatirçîşî nazanim hemû şazadekanî çîn
geday derganeme qurban lexwanî cûdî min ḧatem
bîḧemdîlla ke me’dûm be mensûbî ’ela’eddîn
be werzêr namewê ferhad ke bêstûnî le ’îşqa kend
be mûrê namewê xusrew be carîye nakiřim şîrîn
minî ’asîNasnava edebî legeł şêra hemîşe pence bazîme
ke destim geyye damênî sefabexşî diłî ẍemgîn