girme girmî top û sarux şîwenî mindał û jin

wextî borduman kirdinî şîmal be top û teyare û debabe le xwa pařamewe çakî bika
Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  782 Dîtin
girme girmî top û sarux şîwenî mindał û jin
kuř dełê ey daye hawar, dak dełê hawar le min
dengî perwaney teyare û qirçe qirçî doşkekan
hîç pena û pêçî nemawe biçne kwê ta derbiçin
zîře zîřî çerxî debbabeş leser xakî weten
řû le kwê keyn ya îlahî dête dwaman kun be kun
qunbule û tîzab wibomba cergî sûtandîn xuda
qet pena û qojbin nemawe lutif û řeḧmî to nebin
ba le firmêskî hetîwan hełxilîskê ey xuda
mengener hem top û tayey let let û sed parçe bin
ya henasey sardî ahî řû le řûy mindał kujaw
bał û perwaney bisûtê mêkekan ba derneçin
ême mindałîn xudaye bê gunah û bê penayn
qût û quwetman nemawe ey xudawendî mezin
ême wek qismî feqîrîn çeşnî genim û coy ferîk
bûyne qawiłtî kilo û kîsełe û xorakî sin
mijde bê ey kakî ’asîNasnava edebî ahî mezlûm kewtekar
xoy û teyyarey ke sûta û xanme fendîş bêwejin