be munasebetî řojî 11y eylûl ke destyan be (sure) kird û agiryan le çyayekan kirdewe. bo têgeyştin

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 3 Xulek  771 Dîtin
řojî yazdey mangî eylul bû be cêjney kurdekan
agirî şořş hełaysa şewqî daye řûy cîhan
wa le dyar em cêjne seyrî herwekû ẍîlman û ḧûr
sef be sef westawe tîpî lu’lu’u mercanekan
çend beřêzin řêz be řêzin guł wiẍunçey hemû
řengî ał û bonî xoş û bulbulêkin neẍmexwan
pyawî ça bin bibneyek dił piştî yektir bermeden
warîdatî xakî xotan meydene bêganekan
fîlḧeqîqet êwe şêrin sed esef řêwî nîfaq
giştî wakirdine esîr û bê şi’ûr û hîç nezan
zor be merdane ’ezîzim xakî xotan pas biken
biçne meydanî neberdî wek piłing û şêrekan
ger şî’artan yekketî bê ehlî mêjû fexreken
seyrî ken beydaẍî êwe wa le lutkey çyayekan
řaydejênê lew biłinde bay zefertan da’îma
nawî xotan zû bederxen tazelaw û gencekan
pirç û biskî taze ’adet heybetî êwey nehêşt
otumatîktan ledest bê řûbeřûy bêganekan
řesmî şêr û xencer û top û tifengitan ba hebê
bibne şêr û nirketan bê wek piłing bin řołegyan
doşkeyek peyda ke doşek kełgî îmřoy nagrê
herwekû dûpşike řeşke řake ser debbabekan
xot bike baz û şehên û dujminit lakêşke bê
gurc be gurçîley derêne bîke ’îbret bo zeman
lem nexoşxaney nîfaqa besye nûstin werne der
yekketî bêkem pizîşke bê şirînqe û feḧis û jan
alet û dermanî nawê bê şike ger nacîḧin
şerbetêke yek diłîtan bo deway gişt derdekan
tefreqeş bo xot dezanî çend lesîlîş pîstire
cerg û gurçîlet dexwatin kakî kurdî bê guman
to ke nawit hate nawnaw ẍîretî berzanîye
toş wekû şêranî berzan řû bike řûy cebhekan
çend hezar sałe xerîkin her nîfaq cergî biřîn
bûne ’ebid û jêr çepokey bed řewişt û nakesan
تۆزەە řûḧêktan ke mawe ba ewîş neřwate der
fêrî dersî yekdiłî bin debne serdar wek keyan
herçî namerde derî ken nîştiman ba pîs nebê
çunke zořnaçî belaşin bo hemû bêganekan
çunke yekdił bûn legeł yek piştî yekyan berneda
wa be çaw dîtan netîcey cûle cûlî cûlekekan
dîn hewênî îttîfaqe ew qiseştan pê biłêm
dînî îslam bo selaḧî pêşřewî îslamekan
kakî kurdî zor be dîqqet em qisane wergirin
řûkene dergahî mewla zor be dił ey lawekan
qet hewên nabî hîwatan bê şî’arî dînî ḧeq
her şikaw û tê şikawin meçne dway şeytanekan
pişt be xwa bestin beřastî debne serkewtû hemû
ger xudatan yarîkar bê debne şabazî cîhan
xwa perest bin ger beřastî xwarupest nabin ebed
debne řostem bo şeca’et deçne naw te’rîxekan
gwê le fîkirî çunke naken wexte ’asîNasnava edebî şêt bibê
dway nemanî quř depêwin çû le destiman pendekan
çît le bisk û pirçî lûle, lûle topit wa le pêş
řûy le kelle winawçewante newcewanî kelle pan
to lebatî řişk û espêy bisk û piriçit lawî kurd
esp û řeşşaşê peya ke bo necatî nîştiman
def’eyêkî zor be dîqqet seyrî awêney bike
xot be çawî xot debînî çûye şêwey kîjekan