seyrî ken ḧeq çon bizir bû çeşnî berd kewtote gom

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  683 Dîtin
seyrî ken ḧeq çon bizir bû çeşnî berd kewtote gom
bê řewace çend le dunya neqse herwek notî řom
wek hetîw bê dak û babe wêł û sergerdane ḧeq
kes nîye bîbate lay xoy řût û birsî û xwar û kom
meclîsê ger ḧeq beyan ken hende mehtûkin ewan
wextî çûne naw ’ewaman mil keçin ew mîslî dom
beḧsî ḧeq fewtawe yaran kes nîye yadî bika
naḧefyan kirdote fanos pê kirawe şibhî mom
her denałênê hemîşe derdedar û na umêd
wa diłî fewta řewacim sed dexîl hawar le xom
bûme pûşî bê řewac û ketme ber bay naḧeqî
birdimye seḧrayî zîllet bo fena herwa deřom
’asîNasnava edebî çit dawe le ’alem ḧałî xot îslaḧ bike
ḧeq çi derbeste le ’alem ger hemûyan bibne řom