mest û serxoş û xecałet bê dił û dêwane xom

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  956 Dîtin
mest û serxoş û xecałet bê dił û dêwane xom
dił le dest derçûy xeyałî badeyî mestane xom
bê şi’ûr û xudpesend û herzego û dunya perist
lêweşawey serzeniştî eqrîba û bêgane xom
gerçe zahîr wadebînin da’îma mizgewte cêm
sîne piř buẍiz wiḧesadet talîbî efsane xom
sed esef ’umirim tewaw bû řûm le teqwa qet nekird
bê zexîre û maye pûç û diłřeş û wêrane xom
bê dił û îdrak û sefwet bê wefa derḧeq be ḧeq
gêj û bê fîkir û demaẍ û bê mey û meyxane xom
serfî ’umirim kird le dunya towî çakem qet neçand
bê temay fermanî ta’et řenceř û bê maye xom
şem’î bezmaraye dił bû cîfeyî dunyayî dûn
dîn widłisûtawî dunya ’eynî wek perwane xom
ey musłimanan dexîle êwe wek min qet meken
řût û sergerdan û meḧrûm wa le řûy canane xom
řû le mewla ken beřastî nek wekû min bedřewişt
ey wekû teyrî kesîre bê newa û hêlane xom
řû le kwê kem řû le kwê kem ya îlahel’alemîn
wa le berdergahî ’efut řû řeş wibê yane xom
dengî deqqulbabe yareb wa le qapî řeḧmetit
bang deka ’asîNasnava edebî me hatûm bê wefa û peymane xom