dexîlek ya řesûlella bige firyam be cê mawim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  740 Dîtin
dexîlek ya řesûlella bige firyam be cê mawim
ḧeqîqet řûřeş û ’asîNasnava edebîm wilîkin mistefa nawim
be umêdî xełatêkim lelayen mexzenî lutifit
ke çunke pîr û uftadem gelê pêwîst û damawim
lenaw mizgewtî małî xwa ewa ḧefley wiładette
melek xizmetçye îmřo minîş herboye westawim
pena bo kê berim qurban eger to nebîye piştîwan
ledest nefis û le dest şeytan giriftarî dûsed dawim
ewa ’umirim hemû řoyî ledest dunya ḧeyaşim çû
ledway nêçîrî bê şer’î wekû tajî beheştawim
le damênit newek berbê dexîle destî umêdim
bike çarey birînî dił ke ’eqił û hoşî têkdawim
hewa û cîfeyî dinya bebê şik ya řesûlella
ḧeyatî me’newyan birdim emel wa řûḧî kêşawim
le tarîkî şewî ẍefłet serim dernaçî bo hîç la
tebîbî ḧałzanî min ’îlacêk bo dił wiçawim
quřî kwê kem beser xoma eger xot nebîye ẍemxiwarim
emin her ummetî tome be gwêrey ulfet û nawim
segî dergahî xotim min dexîl xwêřîm meke qurban
segî dergihî to bêtin le meḧşer şuhret û nawim
le ḧałit bo nepirsîm to gelêkim zig be xom sûta
be peykanî mujey toye ke çendîn wexte peykawim
serim dana leber pêta lebatî berdebaz qurban
be sergerdî binî pêt bim were daynê le serçawim
be çaw û dîdeyî giryan be ’umrî zor û dił biryan
le qapit kewtûm qurban bibîne řengî şêwawim
eger çî řût û bê maye penam bo to ewa hêna
le qapî ’îzzetî tome gelê bê kesim û damawim
le meydanî şefa’etda dilûrim wek segî birsî
segî derganekey xotim ’îlacêk ta nesûtawim
keřêt ’asê ye ey ’asîNasnava edebî newek ’asê bî wiryabe
nekey damênî qet berdey biłî min şêt û xełfawim