dewłemend û ehlî dunyaqet meken fîkirî ẍirûr

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  726 Dîtin
dewłemend û ehlî dunyaqet meken fîkirî ẍirûr
wa ecel kewtote şwêntan da’îma nêzîk û dûr
řojî dwênê çû le destit bo sibeş me’lûm nîye
fursete îmřo xerîk be bo necat řojî nişûr
çawî ’îbret danewêne seyrî berpêy xot bike
bûne xakî jêrî pêt û saḧîbî qesir û qisûr
baẍ û baẍçe û mîwecat û zînetî dinya nema
baregay paşa û wezîran bote cêgay mar û mûr
řêy peşîmanî gunaḧan bigre ta mawî eto
dił bezîkirî xwa bişowe bîke yek parçe bilûr
lapeřey mêjû bibîne seyrî dinya û gewrekan
taqî kîsra ’îbretêke bo kesî saḧîb şi’ûr
yanexo fîr’ewn û nemrûd kewtine daway xwayetî
wek segî topîw keřoyn wa be řêgey jêr û jûr
bo sibeynê řojî qyamet ta be řûsûrî biçî
serbiłnid û bê tirs bî bo ḧîsabatî ḧizûr
xot biparêze ’ezîzim to le te’ney dyan û cû
nek wekû yek bin le sûtan pêkewe biçne tenûr
ḧezretî fexrî řîsalet bo eto ’aciz debê
toş ḧeya ke kakî ’asîNasnava edebî besye girye û lûre lûr
zor be wirdî têbfikire çit beser dê çawekem
ta leser xoye demaẍit xot bike ’ebdî şekûr
to lebatî ferş û werte sobe û hem kareba
berdî serseng û tenîşte dîwexanî to qibûr
’asîNasnava edebî toş ’aqił be besye gałteçî şeytan mebe
takû řûḧit derdeçêtin bîke wîrdit ya ẍefûr