hîmetî qaymimeqamî sîne pak û piř şi’ûr

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 3 Xulek  710 Dîtin
em teşekkur nameyem nûsî bo xizmet qa’îmqamî koysinceq (’elî silêman behar) ke le sałî 1970 hate koye û destî be xizmet kirdinî kird û bazař û çend kołan û meydanî xwarêy konkirît kird ke be mezbele deçû. em şî’ranem teqdîm kird) le cêgayekî dîkey destinûsekanîş em pêşekîye bo şî’reke nûsrawe: (em teşekkurnameye le layen mela mistefa ’asî bo xizmet qaymqamî koye kak ’elî silêmanî behar ke sałî 1970 hate koye û destî kird be xizmet kirdin û řazandinewey şareke be corêk eger beramber bikirê legeł pêşûda nimûneyeke le libnan û parîs. minîş leber ew xizmete û ew lutfey ke bebê dawakirdinî min bezeyî be ḧałî minda hat û giłopêkî le řêbazî tarîkeke xist- xuda çaw û diłî řûnak bika- ewem nûsî û le dway eweş wîcdanî pakî xistye fîkirî ewey ke ew meydaney le nawendî şardaye heta êsta mezbele bû, ’ezmî behêz kird û destî kird be konkirît kirdinî bazař û kołane û meydan û kirdinî be lewḧey bilûr. le pak û xawênîda lasay şarekatin dekatewe bełkû zyatir, xuda dił û derûnî û řûḧî xawên bikatewe be lutfî xoy û le dinya û qyamet ehlî necat bê û umêd waye le qapî xuda le îta’ey umûratî îlahî nacîḧ û pêşkewtû bê wacîbatî şerî’etî îslam be tewawî muḧafeze bikat û be cêyan bênê înşa’ella heta le meydanî qyamet serbiłnid û be ḧurmet bê îtir be xuday despêrim em teşekkurnameye be şî’ir ’eriztan dekem.)
hîmetî qaymimeqamî sîne pak û piř şi’ûr
hat şewî bo kirdime řoj û saḧeşî kirde bilûr
şêrî naw bêşey dîrayet mihreban û diłnewaz
serbiłnid û îş guzar û çaw netirs û zor cesûr
fexre bo koye bimênê ta le mêjû derkewê
mezbeley kirdin be gułşen çeşnî deştî şarezûr
nayete ’edid û ḧîsabîş qîmetî ew xizmete
ger qelem bîxate defter dête milyar û kilûr
kak ’elî bo şarî koye wek silêman hate dest
şar û dewrey kirde gułzar wek beharî mêrgesûr
karebay lutfî bekar xist nawî tarîkî nema
řehguzerman em bere û ber bû be řoşnigahî nûr
quř be ser quř çî beser hat quř beser xoyda bikat
kewte jêr berd û çemento bû be cêgay mar û mûr
cadde û kołan û bazař hîç girê û qortî nema
kwêr be bê goçan û daredest pya deçin nêzîk û dûr
dar û berdî xakî koye şukirî lutfî ew deken
kirdîye libnan û parîs têbgen îran û tûr
řostemî meydanî ẍîret swarî řexşî ’îzzete
wa le çingî xizmetaye bo bîna û qesir û qusûr
#
dem be xende lehce şîrîn ’aqił wisaḧîb şi’ûr
gerdî gerdiş hîç nenîşê qet le gerdûnî diłî
her le şewqa bê sitarey bext û ayînî be nûr
’asîNasnava edebî ta mawe beřastî her do’agote û dełê
bibne parêzgarî řûḧit ẍewsî beẍda û pîrmesûr